Girtina koorîdora navbera Rojava û Şengalê tê protestokirin
Ciwanên Şengalê, girtina 'Koorîdora Mirovî ya navbera Rojava û Şengalê' protesto kirin.
Ciwanên Şengalê, girtina 'Koorîdora Mirovî ya navbera Rojava û Şengalê' protesto kirin.
Bi êrîşa DAÎŞ'ê ya 2014'an re ya li ser Şengalê, hêzên YPG/YPJ û HPG/YJA Starê 'Korîdora Mirovî ya Rojava-Şengal'ê vekiribûn. Ev koorîdora ku pêdiviyên mirovî jê dihate derbaskirin, 15'ê Kanûnê ji hêla hikumeta Iraqê ve hate girtin. Ji ber girtina koorîdorê, ciwanên Şengalê li ser sînorê Şengal-Rojava kon vedan û ev biryara Iraqê protesto kirin.
ÇALAKÎ WÊ BIDOMIN
Ciwanên ku li ser sînorê Rojava-Şengalê kon vedan, tevî serma û baranê heta danê sibehê çalakiya xwe domandin. Danê nîvro wê gelê Şengalê çalakiyê dewr bigire.
Rêya Dihokê ya di bin kontrola PDK'ê de ji sala 2017’an û vir girtî bû û destûr nedidan ku gelê Şengalê derbas bibe. Balkêş e, piştî koorîdora Rojava- Şengal hate girtin, rêya Dihok-Şengalê hate vekirin.