Girtî ji bo gerîla jî dibin moral

Ji fermandarên HPG'ê Baran Farqîn diyar kir ku girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên di greva birçîbûnê de ne, moraleke mezin didin gel û gerîla.

Ji fermandarên HPG'ê Baran Farqîn greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyeyê nirxand, ku girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji 27'ê Mijdarê ve ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşînin.

Farqîn diyar kir ku girtî pêşengiyê ji azadiya Ocalan re dikin; li gel şert û mercên giran jî dest bi kampanyayê kirine, bi vî rengî têkoşînê xurt dikin, ji bo gel û gerîla jî dibin moral û got, "Gelekî girîng e û bi wate ye. Di navbera me û hevrêyên me yên li zindanan de ji aliyê fîzîkî ve mesafeyek hebe jî ji aliyê yekîtî û yekparetiya ruhê hevrêtiya Apoyî ve ti cudahî û dûrketin nîne. Hevrêtî xwedî wê hêz û tilsimê ye ku cudahiya cih û demê bêwate dike. Dilsoziya me ya bi Rêberê azad, welatê azad, hevrêtî û nirxên Kurd û Kurdistanî, havênê hevrêtiya me ye. Dilê me bi heman hestan dagirtî ne, ji bo heman armancê lê didin. Ji ber vê yekê cudahiya fîzîkî ji bo me zêde wateyeke xwe nîne."

Farqîn destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke zehmet de ne, lê belê rêbertî, rêxistin, gel û gerîla zelal in û wiha dewam kir, "Ji bo serketinên mezin, rizgarî û azadiya gelê me û Kurdistanê bêguman berdêl divê. Bi salane ev rastî bi vî rengî ye û gelê Kurd jî bi pêşengiya PKK'ê, bi berxwedanê re bûye yek û berdêlan dide. Me gelek hevrêyên xwe di vê oxirê de şehîd dan. Berxwedana me bênavber dewam dike. Bi dayina berdêlan em gihîştine vê astê û bi vî rengî jî em ê bigihêjin serketinê. Hevrêyên li zindanan ji bo jiyanê û azadiyê şehadet dane pêş çavên xwe û xwe feda dikin. Em di wê baweriyê de ne ku ev berxwedan wê teqez bi ser bikeve."

Ji fermandarên HPG'ê Baran Farqîn anî ziman, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber sekna xwe ya berxwedêrî û têkoşîna ji bo gelên bindest û gelên Kurdistanê ya bi fedakariyeke mezin dimeşîne, bi rengekî giran hatiye tecrîdkirin. Baran Farqîn got, "Ji bo me gerîla wezîfe û armanca herî mezin e ku dawî li vê tecrîdê bînin, Rêberê xwe ji aliyê fîzîkî ve azad bikin û bigihînin gelê xwe, xaka xwe û dostên xwe. Eger ew dikarin di nava şert û mercên zindanê de berxwedaneke bi vî rengî bikin, hingî em li asta nêzî serketinê ne. Bi navê gerîlayên HPG'ê, em ê çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêberê xwe bênavber dewam bikin."