Girseya welatiyên Rojava li kampa Seîd ya li Şengalê ne
Êzidiyên ji Hesekê ku ji bo piştgiriyê bidin civka Êzidî û berxwedana şervanên YBŞ/YJŞ‘ê çûbûn Şengalê, serdana Kampa Seîd a li Serdeştê ya li Çiyayayê Şengalê kir.
Êzidiyên ji Hesekê ku ji bo piştgiriyê bidin civka Êzidî û berxwedana şervanên YBŞ/YJŞ‘ê çûbûn Şengalê, serdana Kampa Seîd a li Serdeştê ya li Çiyayayê Şengalê kir.
Êzidiyên herêma Hesekê ji bo ku piştgiriyê bidin welatiyên Şengalê û şervanên YPŞ/YJŞʹê, îro ji saetên sibehê ve bi dehan wesayîtan ber bi Şengalê ve derketin rê. Welatiyên Êzidî alên YBŞ/YJŞʹê hildan û pankartên wekî, ʺEm êrîşa AKP û çeteyên PDKʹê ya li ser Şengalê şermezar dikin” û “Em piştgiriya berxwedana YBŞ/YJŞʹê dikinʺ vekirin.
Endamê Mala Êzidiyan a Hesekê Farûq Tozo anî ziman ku ji bo piştgiriya xwe ya bi civaka Êzdî ya li Şengalê re nîşan bidin hatine Şengalê û got: ʺÇûna me ya Şengalê ji bo PDK’ê û çeteyên wê peyamek bû. Me bi vê yekê nîşan da ku em ê li dijî êrîşan bêdeng nebin û êrîşan qebûl nakin. Wê biçin herêmên ku alozî lê heye, piştgiriya xwe bi berxwedana Şengalê re nîşan bidin.
Karwanê ku ji nêzî 50 wesayîtan pêk tê, di saetên nîvro de ji sînorê bajaroka Holê ya girêdayî Hesekê, derbasî herêma Şengalê bû. Girseya gel piştre hat bajaroka Xanesor û ji vir jî derbasî Qampa Seîd bû. Karwan di rê de ji aliyê welatiya ve bi diruşme û nîşana serkeftinê hatin pêşwazîkirin.
Girseya gel di van kêlîyan de li Qampê daxuyanîyê dide çapemenîyê.
Girseya Hesekê wê sibehê jî biçe serdana goristana şehîdan, konên sersaxîyê û çeperên YBJ/YJŞ’ê.