Girêva birçîbûnê kete roja 23’an
Girêva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa F a Edirne ya li dijî kirinên dijî mirovahiyê kete roja xwe ya 23’an.
Girêva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa F a Edirne ya li dijî kirinên dijî mirovahiyê kete roja xwe ya 23’an.
Girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li Girtîgeha Tîpa F a Edîrne ku binpêkirin û êşkence lê pir zêde ne kete roja xwe ya 23’an. Girêva ku ji bo 5 rojan bi dorvegerî dest pê kiribû, piştî ku li girtîgehê şert girantir bûn, 23’yê Sibatê 6 girtî ketin girêvê bêdem û bêdorveger û wiha bû bomdar. Piştre jî bi tevlêbûna hin girtiyên din jî hijmara çalakvanan bû 18. Çalekgeran zêde li xwe şikandiye û hin kêşyên tendiristiyê rû dane.
DAXWAZÊN GIRTIYAN
Daxwazên girtiyan wiha ne: Bila dawî li kirinên kêfî were, bila bi navê ‘ewlekariyê’ dawî li tecrîdê were, bila heqê tedawîkirinê ya di şertên pak de were nasîn, bila heqê qada hevpar, heqê civatê, guherîna odeyan û heqê ragihandinê yên di gelek mijaran de were dayin, bila dawî li lêpirsînên disîplînê yên neheq were, bila dawî li tehde û êşkenceyê were.
TEDAWÎ QEBÛL NEKIRIN
Têkildarî girtiyên siyasî ku ji bo heqên herî xwezayî û însanî bedena li ber birçîbûnê razandine heta niha ti gaveke nehatiye avêtin û di raya giştî de bêdengiyek heye. Di çalakgeran de sergêjînek, dilxelîn, serêşî êdî domdar dibin. Girtiyan li dijî bi zorê tedawîkirnê hewlest nîşan dan û hewldana şikandina çalakiyê red kirin. Girtiyan gotin heta ku şert neguherin ew ê dawî li çalakiyê neyînin, diyar kirin ku hê jî şertên dij mirovî didomin.
DEST LI SER FIRAXÊN WAN DATÎNIN
Girtiyan gotin Midûrê Girtîgeha Tîpa F Haydar Alî Ak ku beriya niha li girtîgehên weke Bolu, Erzerûm, Tekîrdagê bi êşkenceyê nav dabû, hê jî her hefte çar caran bi ser koxuşand de digire, bi leşker û qerdiyanan bi ser koxuşan de digire û dest li ser firaxên girtiyan datînin.
ÊŞKENCEYA ŞOPA TILIYAN
Gelek girtiyên ku li helwesta xwe li dijî girtîgehê datînin li ‘odeya bi singêr’’ bi cih dikin, rêveberiya girtîgehê gelek caran bi navê cezayê disîplînê qedexeyê têkilîdanînê tîne. Girtiyan gotin nameyên ku bi Kurdî têne nivîsîn bi mehan li îdareyê dihêlin, bi lêgerîna tazîkirinê miemeleyên dijî mirovan dikin. Hate gotin ku bi zorê şopa tiliyan a girtiyên di girêvê de û girtiyên din distînin, gelek girtiyan dibine devereke dî û ji wan tê xwestin ku şopa tiliyên xwe bidin xwendin, ên ku vê qebûl nakin jî li wan dixin û bi rengekî ku tiliyên wan xwînî bikin şopa tiliyên wan têne girtin.