Gerîlayên YJA Starê li Serhet û Metîna li dagirkeran da

Gerîlayên YJA Starê li Serhet û Metînayê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin. Di van çalakiyan de bi qasî hate zelalkirin, 11 dagirekrên Tirk hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriya Tirk daxuyaniyek da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriya Tirk daxuyaniyek da.

 HPG’ê ev agahî parve kirin:

“Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me yên li eyaleta Serhedê wiha ne;

19’ê Çileyê hêzên dagirker li devera Demîrkapi ya dikeve herêma Gilîdaxi ya Eyaleta Serhedê dest bi operasyoneke berfireh kiribû. Dema ku hêzên dagirker li deverê lêgerîna û xebatên venêrînê dikirin hêzên me bi çalakiyeke sabotajê li wan dane. Di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye kuştin, 3 jî birîndar bûne. Ev operasyon 28’ê Çileyê bê ku encamek bigire vekişiya ye.

9’ê Nîsanê hêzên me yên dema li devera Gilîdax a Eyaleta Serhedê li ser erka xwe bûn, wêneyên wan ji aliyê mekîneyên wênegir ên li herêmê hatibûn bicihkirin ve hatine kişandin. 11’ê Nîsanê hêzên me yên YJA Starê ketine kemînê, şer qewimî û di şerê qewimî de 2 dagirker hatin cezakirin. Di vî şerî de ti windahiyên hêzên me pêk nehatiye.

26’ê Nîsanê li devera Hallac a girêdayî qada Gilîdax ya Eyaleta Serhedê yekîneyek dagirker ji aliyê hêzên me ve hatin ferqkirin û xistine kontrolê. Saet 16:30’î hêzên me ji 4 baskan ve bi kordîneyî li wan dane. Li vir bi awayekî zelal 5 dagirker hatine cezakirin, 3 jî birîndar bûne. Saet 00:00’an jî, dagirkeran devera çalakiyê bi helîkopterên şer bombe kiriye, kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorskyî ji qadê dûr kirine.

Çalakiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê jî wiha ne:

Hêzên me yên YJA Starê 16’ê Gulanê saet 16:40’î li dijî leşkerên dagirerk ên li Girê Azad ê devera Koordîne ya Herêma Metînayê çalakiyek kirine. Di vê çalakiyê de çeperek ku dagirker lê kom bûbûn hatiye hedefkirin û li vir 2 dagireker hatine  cezakirin, 3 jî birîndar bûne.

Dagirkeran piştî çalakiyê devera Koordîne, Deşîşê, bejahiya Gundê Serêro bi obusan bombe kirine.

Çalakiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan jî wiha ye:

16’ê Gulanê saet 13:30’î dagirkeran xwestine li Dola Konferansê ya Herêma Avaşîn bicih bibin. Li vir li ser hev bi çalakiyên sekvanî û çalakiyên din li dagirekeran hatiye xistin. Saet 18:00’an jî dagirkerên xwestine bikevin çeperên şer jî hatine hedefkirin û lêdan. Li vir bi zelalî dagirkerek hatiye cezakirin. Dagirkerên ku derb xwarin qedemeyek xwe vekişandin.

Êrîşên helîkopter û balafirên şer ên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê jî bê navber didomin.

16’ê Gulanê saet 01:00-01:30’ê balafirên Skorskyî Girê Şehîd Serxwebûn ê Herêma Zapê leşker danîne.

16’ê Gulanê saet 21:00’an heta 01:20’ê tevgerekî zêde ya balafiran li Mamreşo, Mervanos, Şûkê û devera Şehîd Dilgeş a Herêma Avaşîn pêk hatiye.

17’ê Gulanê sate 12:00 û 12:15’an devera Meyrokê û derdora Gundê Sêdarê yên Herêma Garê du carî ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.

Di van bomberdûmanan de ti windahiyên me pêk nehatine.”