Gerîlayên li Zagrosan bi biryar in

Gerîlayên HPG'ê yên li Zagrosan gotin, "Bila dijmin bi vê baş zanibe; em ê vê axê, em ê welatê xwe ji wan re nekin yar."

Li Zagrosan, ku şer lê giran e û her roj çalakî lê tê lidarxistin, gerîlayên HPG'ê ji ANF'ê re axivîn.

ZAGROS MED: Em bi giranî çekên giran bi kar tînin. Niha berê hawana me li hedefeke dijmin e. Em li benda firsendê ne. Kengî liv û tevgerekê dibînin, em yekser dest lê werdidin. Li herêmê gelek avantajên me hene. Weke mînak, cihê me ya jî nuqteya me nayê zanîn, sabît nîne. Lê belê qereqol û girên dijmin lê ne, diyar in. Em jî timî dijmin dişopînin û bi rengekî amade, disekinin. Tevî teknîka dijmin jî em dikarin bi wan.

SARA ARARAT: Em zanin, ku çawa xwe ji teknîkê biparêzin. Tenê xwezayê talan dikin û zerarê didin zindiniyên li xwezayê. Hema hema her roj ev erdê li ser sînor dişewite.

BARAN DÎGOR: Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, mîna her serdemê niha jî bi gel, xweza û gerîlayên xw eli dijî faşîzma AKP'ê têdikoşe. Xwezaya Kurdistanê bi xwe jî li dijî faşîzmê li ber xwe dide, xwe nû dike. Bila dijmin bi vê zanibe; em ê vê axê, em ê welatê xwe ji wan re nekin yar."