Gerîlayên HPG-YJA Starê: Ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê ruhê serketinê ye

Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera 37'an a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin û destnîşan kirin ku ruhê pêngavê ruhê serketinê ye.

Ji fermandarên HPG'ê Êriş Garzan û gerîlaya YJA Starê Zîlan Aydin bi wesîleya salvegera 37'an a Pêngava 15'ê Tebaxê axivîn.

Êriş Garzan salvegera Pênava 15'ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên şoreşê, gelê Kurdistanê pîroz kir û li ser wate û girîngiya pêngavê got, "15'ê Tebaxê weke fîşeka destpêkê tê pênasekirin ku li dagirkeran hatiye xistin. Ev fîşek di mejî de hate teqandin. Li kîjan mejî? Li mejiyê ku pîlanên sedsalan li ser Kurdistanê dikir û digot, 'Kurd nemane'. Ev fîşek li mejiyê bêhêvî yê Kurdan de hate teqandin."

Gerîlaya YJA-STAR’ê Zîlan Aydin jî di destpêka axaftina xwe de got, "Em salvagera 15'ê Tebaxê di serî de li Rêber APO, li hevalê Egîd ku bi fedakariyekê mezin vê pêngavê da bû destpêkirin û li hemû hevalên ku di bin pêşengtiya Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de têkoşînekê mezin li beramberê dagirkeriyê re didin meşandin pîroz dikin. 15'ê Tebaxê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiyê gelên Rojhilata Navîn û mirovên azadîxwaz yên cîhanê xwedî maneyeke girîng e. Ji bo ku Kurd bikarbin hêza xwe, baweriya xwe, dilsoziya xwe ya bi xaka xwe û vîna xwe biparêzin, gelekî girîng bû."

Gerîlaya YJA-STAR’ê Zîlan Aydin axaftina xwe wiha domand: "Ruhê hevrê Egîd ê ku teyisandinên xwe li ser vê şoreşê kir û di şexsê hevrê Egîd de mirov vê dibîne, 15'ê Tebaxê ne bi tenê çalakiyek li beramberê dagirkeriyê ye. Pêngava 15'ê Tebaxê di heman demê de rêya demokrasiyê û ya avakirina civakeke polîtîk û ehlaqî nîşan dide. Dîsa fermandar Egîd ne mirovekî ji rêzê  bû. Di nava civakê de jî behsa hevrê Egîd tê kirin. Hezkirina wî ya cewherî ji bo gel û dîsa yekbuyîna wî ya bi civaka Kurd re pir diyarker e. Sekna wî di nava civakê de bi bandor bû. Gel ket nava berxwedanê, wêrekî jê wergirt û wisa dest bi têkoşînê kir. Fîşeka destpêkê dema ku hat teqandin, hêz û hêrsa têkoşînê, hêrsa tolhildanê û ya vînê bû. Bi pêngava 15'ê Tebaxê û li ser esasê ruhê hevrê Egîd fermandarên weke hevala Zîlan, hevalê Reşît, hevala Delal, hevalê Helmet û bi hezaran têkoşerên ku li ser şopa lehengane, agirê têkoşînê geştir kirin. Ruhê 15’ê Tebaxê hişt ku ruhê serhildanê derbikeve holê."

Fermandar Êriş Garzan jî got, "Wê pêngavê careke din bi hêviyekê weke agir tevahiyê Kurdistanê rohnî kir. Hişt ku gelê Kurd cardin vegere cewhera xwe û serê xwe hilde. Bi felsefe û ramanên Rêber APO û di bin pêşengtiya hevrê Egîd de ew yek pêk hat. Şoreşa ku anha li Kurdistanê pêk tê, ji Dersimê heya Şaho, ji Miştenûrê heya Qendîlê, çavkanî, hêz, enerjî û baweriya xwe ji pêngava 15’ê Tebaxê digre. Dîsa ew têkoşîna ku li hêrêmên Avaşîn, Zap û Metînayê tê meşandin, çavkaniya xwe ji vê ruhê digrin."

Gerîlaya YJA-STAR’ê Zîlan Aydin nirxandina xwe wiha bi dawî kir: "Ruhê hevrê Egîd ruhê têkoşînê, yê mêrxwasî, yê fedakariyê ye ku bê ku bisekine, her daîm diherike û her dem li gorî pêwîstiyên pêvajoyê xwe berdewam dike ye. Ew ruh wê ti caran di tariyê de nemîne û wê her tim rêya me rohnî bike. Li ser vê esasê em ê jî hewl bidin bi vî ruhê, hêza xwe ya afirandinê û ya têkoşînê geştir bikin û bikaribin tecrîda heyî ya ku li ser Rêber APO tê meşandin, tine bikin. Bi hêza xwe em gelekî nêzî serketinê bûne û bi vê baweriyê em ê gavên xwe biavêjin."