Gerîlayên HPG/YJA Starê li Gever û Çelê çalakî lidar xistin
Gerîlayên HPG/YJA Starê, li navçeyên Gever û Çelê yên Colemêrgê çalakî lidar xistin.
Gerîlayên HPG/YJA Starê, li navçeyên Gever û Çelê yên Colemêrgê çalakî lidar xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"6'ê Nîsanê saet di 13:30 de, artêşa TC bi helîkopterên bi tîpa Skorsky, leşker danî ser girê Leylek ê li navçeya Gever a Colemêrgê. Hêzên me saet di 14:30d e bi çekên giran li leşkerên li ser girê Leylek xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn, nehat zelakirin. Piştî çalakiyê, qereqola girê Sîvrî obus û hawan avêt Tepê Sor û quntarê wê.
6'ê Nîsanê saet di navbera 16:30-17:00 de, gerîlayên me yên YJA Starê, li dijî qereqola Serêsevê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî pêk anîn. Bi çeka RPG-7 derbên giran li avahiya qereqolê hate xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn, nehat zelakirin. Li dû çalakiyê, qereqolên li vê herêmê obus û hawan avêtin Çiyayê Reş.
Roja 3'ê Nîsanê saet di 06:30 de, artêşa TC leşker danî herêmên girê Deştê, qada Sibîrya, Vartînîk û quntarê Zel a mezin û dest bi operasyonê kir. Operasyon heman rojê saet di 18:30 de bi rengekî binketî qediya.
Roja 6'ê Nîsanê saet di navbera 11:00-12:30 de balafirên şer ên artêşa TC gundê Elîreşê yê herêma Qendîlê, heman rojê saet di 14:00 de jî mintiqeyên Mervanos û Şukê yên herêma Avaşînê bombe kirin. Di vê bomberdûmanê de têkilî bi 2 gerîlayên me re qut bû. Dema ku agahî ji 2 hevalên me yên gerîla hate girtin, wê bi raya giştî re bê parvekirin."