Gerîlayên HPG/YJA Starê: Em ê hemû êrîşan têk bibin

Gerîlayan diyar kirin, bawerî, biryardarî, dilsozî û danheviya wan a dîrokî gelekî mezin e û gotin, "Em ê hemû êrîşên dewleta Tirk ên bi serkêşiya rêveberiya AKP-MHP a faşîst tên kirin, têk bibin."

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Şemzînanê gotin, PKK'ê bi têkoşîna xwe ya 40 salî re bû hêviya gel û baweriyên li Rojhilata Navîn.

Gerîlayên HPG û YJA Starê li ser mijarê ji ANF'ê re axivîn. Gerîlayê HPG'ê Sîpan Ararat diyar kir ku PKK bûye aktorê diyarker li Kurdistan û Rojhilata Navîn û got, her karê xwe bûye malê gel, şoreşê û tevgerên sosyalîst. Gerîla Ararat destnîşan kir, têkoşîna azadî û demokrasiyê ya PKK'ê veguheriye baweriya gelên Kurd, Tirk, Ereb, Fars, Ermenî, Suryanî, Tirkmen û hemû baweriyên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn.

RUHÊ RABÛNA LI BER MÊTINGERIYÊ YE

Gerîla Ararat got, "PKK, ruhê rabûna li ber dagirkerî û mêtingeriyê ye. Sembola azadiya gelan e. Her 27 Mijdarê rol û mîsyoneke nû dide PKK'ê. Di nava têkoşîna 40 salî de bi ruhê berxwedanê bi sedan, bi hezaran şehîd hatin dayin. Ji bo îdeolojî, felsefe û xeta PKK'ê xwe feda kirin. Şehîdên me lehengiyên destanî afirandin. PKK îfadeya vê yekê ye."

40 SAL IN SEKN LÊ NEBÛYE, WÊ JI NIHA Û PÊ VE JÎ NESEKINE

Gerîlaya YJA Starê Ulkem Nûsaybîn jî diyar kir, gerîla li ser bingeha meşa azadiyê, karê xwe bê navber dewam dike û got, "Gerîla bi vê helwesta xwe re bersivê dide dijmin. Gerîla ji dijmin re dibêje, balafirên te yên şer û keşfê jî nikare pêşî li jiyana me, pêşî li pîrozbahiya me ya 40 salî bigire. 40 sal in sekn li PKK'ê nebûye, wê ji niha û pê ve jî nesekine."

XEBAT BERXWEDANÊ YA HEBÛNÊ YE

Gerîlayê HPG'ê Dijwar Sîîrt anî ziman, bi damezrandina PKK'ê re mirovahiya li Kurdistanê hatibû binpêkirin ji nû ve zindî bû û got, PKK navê têkoşîna li dijî koletî, tarîtî û tepisandinê ye. Gerîlayê HPG'ê Sîîrt diyar kir, PKK bi rol û mîsyona xwe bûye xeta berxwedanê ya hebûna gelê Kurd û got, "Ev çalakiya azadiyê ya dîrokî ku bi hêz û îradeya xwe hate kirin, di dîroka gelê Kurdistanê de bi navê Cejna Vejînê cih girtiye."

Dijwar Sîîrt da xuyakirin, ew bi biryardariya serketin û azadiyê salvegera 40'î pêşwazî dikin û got, di şexsê gelê Kurd de PKK garantiya jiyana wekhev û azad a hemû bindestan e.

LI DIJÎ PAŞVERÛTIYA HERÊMÎ...

Gerîlayekî din ê HPG'ê Egîd Rojhilat jî anî ziman, PKK li dijî dewletên faşîst, mêtinger, qirker û dagirker, pêngaveke civakî ye ya hebûna gelê Kurd e. Gerîla Rojhilat diyar kir, PKK'ê li dijî koledariyê ruhê serhildêriyê afirandiye û divê 27'ê Mijdarê li ser vê bingehê bê nirxandin.

Rojhilat got, bawerî, biryardarî, dilsozî û danheviya wan a dîrokî gelekî mezin e û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP-MHP a faşîst bi hemû amûrên teknîka dawî êrîşan dike. Mîna beriya niha, ji niha û pê ve jî em ê bi hostatî û performanseke bilind van êrîşan têk bibin."