Gerîlayên HPG û YJA Starê: Her roj wê ji bo me mîna roja damezrandina partiyê be

"Weke gerîlayên YJA-STAR û HPG'ê rol û mîsyona me her tim wê ev be. Her rojê ji bo xwe bikin roja damezrandina partiyê, roja fedayîbûnê, roja azadiya Rêber Apo û Kurdistanê. Ev armanca me ya yekane ye."

Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê ji ANF'ê re nirxandin. Gerîlayan bal kişandin ser dîroka têkoşînê û gotin, "Çawa ku di dîroka tevgera me de salên pir dijwar bi awayekî serketî hatin derbaskirin, îro jî têkoşîna me wê teqez bi ser bikeve. Li her qadên gerîla em ê berxwedêriya Zendûra, Mamreşo, Aris-Faris, Tepê Sor û Werxelê bilind bikin, êrişên dagirkeriyê têk bibin." Gerîlayên HPG û YJA Starê bi van îdîayan sala nû ya têkoşînê pêşwazî dikin.

'EM Ê HER ROJÊ JI BO XWE BIKIN ROJA DAMEZRANDINA PKK'Ê

Gerîlaya YJA Starê Mîtra Ararat got, "Salvegera partiyê ji bo me gelekî cuda ye. Ji ber ku partiya me bi felsefeya Rêber Apo ji bo bîranîna şehîdê pêşeng Hakî Karer hatiye avakirin. Her wiha di pêvajoya avakirina partiya me de hevala Sara (Sakîne Cansiz) xwedî rol û mîsyoneke mezin bû. Îro jî bi hezaran şopdarên Sarayan hene. Tê sanîn ku partiya me bi çend kesan dest pê kir û dijminê dagirker ji bo rêxistina me tune bike gelekî êrişên hovane kir, lê bi ser neket. Her ku çû partiya me hîn mezintir bû. Îro em gihîştine bi milyonan mirovî, bi hezaran milîtanên fedayî çêbûne, gel jî azadiya xwe dixwaze. Bi vî awayî dijminê dagirker qet nikare encamê werbigire.

Bi her awayî teknîkê, çekên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar tîne, lê belê ew ruhê ku ji damezrandina partiya me heta niha dewam dike, nehêle ku dijminê dagirker bi ser bikeve. Wek gerîlayên YJA-STAR û HPG rol û mîsyona me her tim wê ev be. Her rojê ji bo xwe bikin roja damezrandina partiyê, roja fedayîbûnê, roja azadiya Rêber Apo û Kurdistanê. Ev armanca me ya yekane ye."

'RUHÊ PKK'Ê DI ÇEPERÊN ŞER DE YE'

Gerîlayê HPG Pîro Xemgîn jî di salvegera damezrandina PKK de di kesayeta Hakî Karer de hemû şehîdên şoreşê bibîranî û nêrînên xwe wiha anî ser ziman: "Ruhê avakirina PKK roja îro di çeperên şer de, tunelên şer de ye. Ji gava destpêkê ya Rêber Apo heya niha ew berxwedan didome û şerekî bi rûmet tê meşandin. Bi vî awayî PKK xwe gihand asta gerdûnî û li hember polîtîkayên dijî gelan û dijî civakbûnê sekinî. 

PKK nirxê ku şehîdên şoreşê ava kirine li ser wê bingehê xwe bi pêş xistiye û bi hêz kiriye. Her ku bedel daye, gaveke mezin avêtiye. Her kû xwîn rijandiye, jiyaneke nû û azad afirandiye. Ew diyalektîka PKK'ê ku Rêber Apo ava kiriye ji gelên azadîxwaz re bûye mînak. Ji ber ku pergala Rêber Apo ava kir li hember pergala desthilatdarî û netewe-dewlet e, her tim bi êrişên cur be cur ve rû bi rû maye. Lê heya niha jî ew pergala azadîxwaz ji bo hemû gelên cîhanê alternatîfeke. Roja me ya îro jî hin zêdetir tê tercihkirin.

Berxwedana îro di vê çarçoveyê de tê meşandin. Ew ruhê ku îro di çeperan de şer dike ruhê Rêber Apo ye, ruhê şehîdên şoreşê ye. Hêza ku em ji vî ruhê digirin wê her tim têkoşîna me bilind bike, bibe rêya me ya serketinê."