Gerîlayên HPG û YJA Starê: Bi avabûna PKK’ê re gelê Kurd ji xewa mirinê hişyar bû

Gerîlayên HPG û YJA Starê hest û nêrînên xwe yên bi boneya salvgera damezrandina PKK’ê anîn ziman û gotin “Bi avabûna PKK’ê re gelê Kurd ji xewa mirinê şiyar bûye û wê serketin a gelê Kurd û gelên bindest be.”

Gerîlaya YJA Starê Loran Amara salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pîroz kir û wiha behsa girîngiya avabûna PKK’ê kir: “Em 44’emîn salvegera damezrandina PKK’ê ango cejna vejînê li Rêber Apo, şehîdan û gelê me yê bindest ê têkoşer pîroz dikin.

PKK’Ê GELÊ KURD JI XEWA MIRINÊ HIŞYAR KIR

Bi avabûna PKK’ê re gelê ku di xewa mirinê de bû şiyar bû, bi taybet gelê Kurd ji xewa mirinê şiyar bû. Avakirina PKK’ê ji bo hemû gelên bindest bû bersiva herî xurt. Dijminê ku di destpêkê  de got em ê di 72 saetan de PKK’ê xilas bikin, tevî hemu êrişan nekarî xilas bike û xilas neke jî. Tevgera me bi komek biçûk dest pê kir û niha bû bi milyonan. Avabûna PKK’ê ji bo gelên bindest û jinên ku bi qirkirinê re rû bi rû mabûn, bû dengek. PKK tevî hemû êrişan li ser linga ma û xilas nebû. Felsefe û îdeolojiya Rêber Apo êrişên li ser jinan dihat kirin pûç kir. Bi avabûna PKK’ê re jin azadî hîskir û koletî rakir, qirkirin qebûl nekir û têkoşîya. Tevî hemû teknolojiya xwe nekarîne PKK’ê tine bikin. Bi avabûna PKK’ê re dîrokek hate nivîsandin û dinivîse, îro li Zap û Metina têkoşîna tê meşandin, nîşan da ku tevgera PKK’ê xilas nabe. Têkoşîna di kesayeta heval Cûmalî, Sarya, Zinarîn, Rêber û Rusteman de tê meşandin nîşan dide ku tevgera PKK’ê ticarî xilas nabe.

BI PKK’Ê RE TÊKOŞÎNA JINÊ JÎ PÊŞ KET

 Êv jî nîşan da ku di dîroka cîhanê de tevgereke wisan heye li hemberî faşîzmê li hemberî tundiyê serî radike û dibe bersiva gelên bindest û Kurdan. Taybet bi avabûna PKK’ê re têkoşîna jinê bi pêşengên me heval Sara, Bêrîtan û Zîlanan dewam dike. Îro têkoşîna di tunelên Werxelê,  Zendûra de di şexsê heval Sarya, Zinarîn û Amarayan de nîşan da ku ji bo dengê jinên cihanê ên di qirkirinê re derbas dibin bersiva herî mezin e.  Dijmin di sedsala 21’an de bi teknolojiya herî xurt nekarî li hemberî berxwedana hevalên di tunelan de bisekine. Dîroka di tunelên Werxêlê, Mam Reşo û Zendûra de hatî nivîsandin, dide nîşandan ku rastî jî tevgera PKK’ê wê neyê xilaskirin û xilas nabe jî. Wê îro şûnde jî nekaribin xelas bikin, wê tevgera me bi berxwedaniya gel, şehîdan û felsefeya Rêber Apo ticarî xelas nebe.”

TÊKOŞÎNA PKK’Ê JI MIROVAHIYÊ RE JÎ BÛYE ÎLHAM

Gerîlayê HPG’ê Çalak Gever jî salvegera 44’emîn a PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd yê welatparêz, hemû mirovatiyê yên ji bo demokrasî û mafê mirovan têdikoşin û hemû girtiyên azadiyê pîroz kir û wiha hestên xwe anî ziman û behsa pêvajoya berxwedaniyê gerîlayên azadiyê yên li hemberî êrişên dagirkeriyê bi teybetî dewleta Tirk kir: “Di serî de salvegera 44’mîn a partiya me li Serokatî, gelê me yê Kurd ê welatparêz û di şexsê gelê Kurd ê welatparêz de hemû gelê mirovahiyê yê ji bo demokrasî û mafê mirovan têdikoşin, hemû hevalên me yên li girtîgehan û hemû gelê me yê êş kişandî û berdêl danî, em li hemûyan pîroz dikin. Têkoşîna ku gihîştiye nîv sedsalî û dimeşe, em li hemû mirovahiyê pîroz dikin. Yanî rojeke wiha dîrokî û girîng ji bo gelê Kurd û di şexsê wê de ji bo hemû mirovahiyê bûye îlham, çavkanî û bûye hêzekî wisa ku xirabbûyîn û serdestiya heyî têk bibe û mirovahiya ku bi rastî jî ewqasê êş kişandî jî bi taybetî gelê Kurd û bi dehan netew û gelên mîna Kurdan êş kişandî û bindestî jiyan kirî, ji bo wan bûye îlham û firsendeke dîrokî ji bo ku mirovahî ji nû ve bigihîje mafên xwe. Weke mirov bikare bijî û her neteweyek bikare ziman û çanda xwe temsîl bike; yanî tevgereke wiha derketî em ji bo hemû mirovahiyê pîroz dikin. Her wiha hemû şehîdên ku di wê rêya heqîqetê de şehîd bûyî, canê xwe fedakirî, berdêl dayî û êş kişandî, em bejna xwe li ber hemûyan ditewînin. Bi saya wana û hemû şoreşgeran em gihîştin rojeke wiha, bi wê munasebetê em hemûyan bibîr tînin û rojeke wiha di şexsê wan de ji hemû mirovahiyê re pîroz dikin.

Têkoşîna ku ewqas sa in berdewam dike û gihîştiye vê astê û hê jî bi her awayî berdewam dike, her ku diçe hîn dijwartir dibe û her ku derbas dibe di şexsê PKK’ê de hemû tevger û hemû hêzên ku ji bo demokrasiyê têdikoşin hê bêhtir nêzî serketinê dibin, hê bêhtir nêzî zafera ku bi salane tê hêvîkirin dibin. Ev yek di şexsê têkoşîna gerîla û gelê me yê welatparêz de roja me ya îro jî ber bi çav e. Bi taybetî êrişên vê dawiyê yên faşîzmê yên li hemberî gerîla, êrişên li hemberî gelên demokrat ên mafê xwe dixwazin, di berxwedaniya gerîla û gel ya li hemberî wan êrişan pêşdikeve de şênber dibe.

DÎROK WÊ WEKÎ BERÊ NEDOME

 Bi taybetî têkoşîna gerîla ya vê dawiyê pêşketî, sekna ku li hemberî dagirkeriyê hatî raberkirin nîşan dide ku êdî dîrok weke ku berdewam dike êdî nedome. Wate dîroka ku ji rê hatiye derxistin êdî neçare bikeve ser rê, ji derweyî wê çareserî nîne. Yanî mirov dikare bêje ku di têkoşîna gerîla de ev şênber bûye ku êdî dagirkerî nikare xwe bide jiyîn. Wate bi têkoşîna gerîla û tevgera azadiyê re, êdî hemû milet yanî di şexsê gelê Kurd de di hemû neteweyan de hişyarbûnek ava bûye. Êdî gelê Kurd, gelên demokrat û hemû civakên ku dixwazin weke mirov bijîn, êdî ketine ferqa vê yekê ku dewlet û desthilatdarî tiştek rewa nîne. Ji bo vê nerewabûna faşîzm û hikumetên desthilatdar eşkere bûye, lewma têkoşîneke mezin bi taybetî têkoşîneke civakî ji aliyê hemû gelan ve li hemberî dagirkeriyê bi pêş dikeve. Û vê yekê tirsek di dilê faşîzmê bi taybetî ya AKP-MHP’ê de çêkiriye. Vê tirsê kiriye ku faşîzm rê û rêbazên xwe hê xirabtir bikin û hê bêhtir ji derveyî exlaqê mirovahiyê êrişan pêş bixîne. Ev êrişane tê zanîn yanî gelê me yê welatparêz û yên cîhanê jî wan êrişên ne exlaqî û dermirovî û heta ne hêjayî artêşekê dibîne. Bikaranîna wan ya hemû cûre çekên giran û kîmyewî û hemû rê û rêbazên ne exlaqî li ser gerîla nîşaneya vê ya herî şênber û ber bi çav e. Lê bi ruxmê wê jî gerîla niha jî li ser pêyan e, her ku diçe gerîla di rê û rêbaz û têkoşîna xwe de hê bêhtir xurttir dibe. Vîna gerîla weke ku tevgera me jî pênasekirî îradeya civakê ya gel e, têkoşîna gelekê ye. Wate ne tenê çend leşker yan jî rêxistineke welê ku bê şikandin e. Ji ber wê têkoşîna gerîla ne têkoşîneke ji rêzê ye ku bi wan rê û rêbazên êrişên bê exlaqî bê şkandin. Weke gerîla mirov dikare pêvajoya heyî bi serketî binirxîne. Dibe ku serketinên dawî ya bigihîje encamê heya niha nebûbe jî lê têkoşîna hatî kirin dagirkerî têkbir. Ev yek di şexsê hevalên me yên vê dawiyê şehîd bûnî, ango di şexsê hevalên me yên ku di şikeftên Werxelê, Mam Reşo, Zendûra, Aris Faris û her wiha gelek şikeftên me li berxwedanî de ev rastiya têkçûna dagirkeriyê şênber bûye. Yanî dagirkeriya Tirk ne tenê bi leşkerên artêşa xwe û ne tenê bi hêza xwe ango hikumeta xwe ve bi hemû piştgiriya ku ji derve girtî, bi ruxmê hemû çek û leşkerên ku ji derve bi pere kirî û kirê girtî nekarî îradeya çend hevalên me bişkîne. Nekarî çend hevalên me di wan tunelan de bi hêsanî şehîd bixe. Yanî ev yek şênber bûye û her kes jî dizane ku di şerê dagirkeriya Tirkiyê û di şexsê wê de hemû hêzên komploger û hêzên ku dixwazin tevgera azadiyê bitepisînin û tunebikin, 5, 10 hevalên me, hejmareke pir hindik hevalên me yên ku di tunelan de li berxwe dan, mirov dikare bêje ku gerîla ew hemû hêzane teşhîr kirin. Ji bona dagirkerî û hêzên ku dixwazin tevgera azadiyê tunebikin şermeke herî mezin bû. Lê mirov dikare wê jî bêje ku di wan de ew şerm jî nîne, ji ber ku eger heba wê êrîşên xwe yên bê exlaq bi vî awayî berdewam nedikirin.

HEMÛ CÎHAN BI BERXWEDANA GERÎLA SERBILIND E

Jixwe hişmendiya netew-dewlet û dagirkeriyê tê zanîn, hişmendiyek li ser bingehê bê şermiyê ye, lewma pêwîst nake ku em dirêj behsa wê bikin. Lê gerîla li ber çav e, êdî cîhan hemû pê hesiyaye. Ne tenê gelê Kurd hemû gelên cîhanê bi têkoşîn û berxwedaniya gerîla ya li hemberî dagirkeriyê serbilind e û em jî hemû gelê xwe, hemû mirovatiyê, hemû mirovên ku dilê wan ji bo demokrasî û mafê mirovan lêdide û hemû mirovên ku piştgiriya Îmraliyê dikin û bi felsefeya Rêberê me bawer dikin; em jî bi hemû mirovên wisa re serbilind in. Em bawer in ku em gerîla û gel em ê dawiya vê dagirkeriyê bînin. Ev yek nêz e û hê ji niha ve îşaretên wê di berxwedaniya rêhevalên me de taybet hevalên me yên çar mehan ango 10 hevalên me li hemberî bi deh hezaran leşkeran berxwe dan, serî netewandin û li hemberî hemû êrişên wan bûn xwedî bersiv û helwest û yên ku peyama serketinê dan, di şexsê wan de şênber bûye. Em jî wek rêhevalên wan, weke deynê me yê rêhevaltiyê ya li hemberî wan hevalan û ala ku wan hevalan devrî me kirinî, emê heya dawiyê bibin û emê xeyalên wan hevalan pêk bînin. Ev erkê me ye û em bi erka xwe bawer in. Çi dibe bila bibe weke pêşeng û rêhevalên me ku ji me re weke mîras, dirûşme û bîr û baweriyekê hiştine ‘dawiya wê çi dibe bila bibe wê muhteşem be’; wê serketin ê gelê Kurd be û di şexsê gelê Kurd de gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên cîhanê êdî wê bigihîje mafê xwe yê weke mirov jiyan bike. Her wiha gelê Kurd û di şexsê wê de hemû gelên demokrat wê bi Rêberê xwe re bigihîje hevdu û em bi vî awayî soza xwe ya serketinê nû û dubare dikin û ji bo hemû gelê xwe yê welatparêz û hemû rêhevalên xwe yên têkoşîna heqîqetê serketinê dixwazin.”