Gerîlayên HPG'ê: PKK ji bo hemû gelên bindest têdikoşe

Gerîlayên HPG'ê diyar kirin, PKK ji roja avabûye û vir ve ji bo hemû gelên bindest têdikoşe û got, "Sala 41'ê ya PKK'ê wê bibe sala azadiya Rêber Apo, gelê Kurd û gelên din."

Gerîlayên HPG'ê, salvegera damezrandina PKK'ê ji ANF'ê re nirxandin. Ji gerîlayên HPG'ê Denîz Guven diyar kir, PKK wê di sala 41'ê de serketinên hîn mezin bi dest bixe û işaret bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Guven ragihand, yek ji armancên herî mezin ên sala nû ya têkoşînê, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Ocalan e û got, "Ji bo sala 41'ê ya PKK'ê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û hevrêyên din, em ê têkoşîna xwe mezintir bikin û li ber xwe bidin."

Gerîlayê HPG'ê Guven bang li ciwanên Kurd kir û got, "Çi li çiyê çi jî li herêmên din, divê ciwanên Kurd li dijî polîtîkayên girtin û komkujiyê yên li hemberî gelê Kurd li ber xwe bidin. Gerîlayên Kurdistanê jî wê ji bo gelê xwe çi ji dest tê bikin. Em ê li ser şopa Rêberê xwe bin û ji bo azad bibe, bi rengekî bê eman têbikoşin."

'PKK JI BO GELÊN KU NEHEQÎ LI WAN TÊ KIRIN TÊDIKOŞE

Gerîlayê HPG'ê Êrîş Andok salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, PKK ji bo hemû gelên bindest ava bûye. Andok diyar kir, PKK wê bi ser bikeve, hemû gel wê azad bibin û wiha dewam kir: "PKK'ê ji roja ava bûye û heta niha azadiya gelan ji xwe re esas girt. Em ê jî bersivê bidin vê yekê û xewn û xeyalên gelê xwe bi cih bînin. Em ê tola hevrêyên xwe yên şehîd bûne hilînin. Em ji vir bang li xwişk û birayê xwe dikin; berê xwe bidin çiyayên azad û nava refên têkoşînê. Divê gelê me û ciwan rê nedin polîtîkaya dijmin a ji bo reşkirina PKK'ê."

Gerîlayekî din ê HPG'ê Fîraz Cûdî jî anî ziman ku zehmet e mirov bi gotinan qada PKK'ê bikin û got, "Dema ku mirov li pratîka PKK'ê dinerin, mirov rastiya PKK'ê jî dibînin. PKK li dijî neheqiya li gelan tê kirin têdikoşe. Bi ruhê Kemal, Mazlûm, Hayrî, Hakî, Zîlan û Bêrîtanan têdikoşe. Sala 41'ê ya PKK'ê wê bibe sala azadiya gelê Kurd û gelên din."