Gerîlayên HPG'ê li Xakurkê li dagirkeran xistin

Gerîlayên HPG'ê li Xakurkê li çeper û stargehên artêşa Tirk xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me di 7'ê Mijdarê de saet di 19:15'an de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Şehîd Sarya çalakiyek kirin. Derbên xurt li çeper û stargehên dijmin hate xistin. Hejmara leşkerên dijmin ên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Di 7'ê Mijdarê de artêşa TC a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên hewayî kir. Di vê çarçoveyê de;

Balafirên şer saet di navbera 11:30 û 13:00 de qada gundê Horê ya herêma Zapê û saet di 15:20 de jî qada Şikefta Birîndaran bombe kirin.

Balafirên şer saet di 19:30'î de qada gundê Yekmalê ya herêma Metîna, saet di 20:00 de jî qada gundê Guzê yê herêma Garê bombe kirin."