BI DÎMEN

Gerîlayên HPG'ê li ser 4'ê Nîsanê axivîn

Gerîlayên HPG'ê gotin, 4'ê Nîsanê rojbûna gelê Kurd e.

Gerîlayên HPG'ê gotin, 4'ê Nîsanê rojbûna gelê Kurd e.

'EM WEKE AFIRANDINA NÊRÎN Û ÎDEOLOJIYA GELEKÎ DIBÎNIN'

MORDEM BAZ: Nabe ku em rojbûna Rêbertî weke rojbûnek ji rêzê bibînin. Em 4'ê Nîsanê weke afirandina nêrîn û îdeolojiya gelekî dibînin. Nêrîn û îdeolojiya Rêber Apo, nêrîn û îdeolojiya rizgariya gelekî ye. Dibe ku Rêbertî li Îmraliyê ji aliyê fîzîkî ve êsîr be, lê belê ti kes heta roja îro mîna wî di zîhniyetê de azad nebûye. Mîna ku Rêberê me jî dibêje, dîlgirtina wî dîlgirtina şexsekî nîne. Di şexsê wî de gelekî mezin dîl hatiye girtin. Weke milîtanên Rêber Apo, em ê heta dawiyê têbikoşin û dijmin li vê xakê têk bibin. Em ê ji aliyê fîzîkî ve Rêberê xwe azad bikin û bi têkoşîna xwe gelê xwe azad bikin.

'RÊBER APO JI BO ME RASTÎ YE'

RÊZAN: Rojbûna Rêber Apo, rojbûna gelê Kurd e. Rêber Apo ji bo me rastî ye. Em di vê jiyanê de bi israr in û têkoşîna xwe ji bo vê dimeşînin. Heta ku dijmin ji ser vê axê derxînin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Weke gerîla, em ji vî şerî re amade ne. Bila dijmin vê zanibe; jiyanek bê rêbertî li me heram e. Em ê her kêliyeke bê rêbertî li dijmin bikin jehr û nehêlin dijmin bi rehetî nefesê bigire. Ji ber ku Rêber Apo ji bo me jiyan e, rastî ye, her tişt e. Bila dewleta Tirk a mêtînger vê zanibe; Rêber Apo bi rastiya xwe re çiya mezin kir û kes nikare pêşî li vê hêza gerîla bigire. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe ev hêz wê têbikoşe. Jiyaneke bê Rêbertî jiyaneke bê rûmet e, em jiyaneke bi vî rengî ti carî qebûl nakin. Divê gelê me jî di referandûmê de dengê 'NA' bide. Ji ber ku eger nebêje 'NA' wê êşên giran rû bidin. Weke gerîlayên HPG'ê em ê her tim li pişt gelê xwe û Rêberê xwe bin. Em ê têbikoşin û dijmin têk bibin.

'RÊBER APO JI BO ME TÊ WATEYA JIYANEKE BI RÛMET'

TÎRÊJ: 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo rojbûna gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e. Rojbûna Rêber Apo rojbûna nêrîn û jiyana nû ye. Rêber Apo ji bo me tê wateya jiyaneke bi rûmet. Rêber Apo xwest, di 4'ê Nîsanê de şitlê daran bên çandin. Ji ber ku çandina daran tê wateya jiyaneke nû, jiyana xwezayî. Lewma di 4'ê Nîsanê de li her derê şitil tên çandin. 4'ê Nîsanê ji bo me jiyana nû ye, vejîna gelê Kurd e. Lewma divê her eks xwedî li Rêbertî derkerve. Weke milîtanên Rêber Apo, heta azadiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Rêberê me jiyaneke bi rûmet pêşkêşî me kir û ji ber vê yekê divê em xwedî li Rêberê xwe derkevin. Divê ti tawîz ji dijmin re neyê dayin, ku nikaribe tecrîdê bidomîne. Pêwîste em mêtîngeriya Tirk ji vê axê derxînin û ji bo serketina vê jî lazim em li ser şopa Rêbertî bin. Di serî de li Amarayê, li gelemperiya Kurdistanê girîng e 4'ê Nîsanê bi coş were pîrozkirin. Bila her kes vê zanibe; em jiyanek bê Rêbertî qebûl nakin. Ji bo xwedî li keda Rêberê me derkevin, çi ji destê me bê em ê bikin.

'4'Ê NÎSANÊ JI BO GELÊ KURD ROJA DÎTINA JIYANÊ YE'

KAROX HEWRAMAN: 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo li Rêberê me û hemû gelê me pîroz be. Rojbûna Rêber Apo tê wateya vejîn û vîna gelê Kurd. Di vê roja pîroz de, ya ku Rêbertî ji me dixwaze, divê em wê bikin. Rêbertî ji me xwest, em daran, şitlan biçînin. Ji ber ku 4'ê Nîsanê ji bo gelê Kurd roja dîtina jiyanê ye. Lewma çi derfet di destê gelê me de ye, lazim e ji bo avakirina jiyaneke nû vê bi kar bîne. Divê em 4'ê Nîsanê di vê çarçoveyê de pîroz bikin. Bêdengî mirin e.

'ROJ ROJA AZADKIRINA RÊBER APO JI ALIYÊ FÎZÎKÎ YE'

ZAMANÎ GARZAN: 4'ê Nîsanê ji bo gelê Kurd tê wateya nêrîn û jiyana azad. Di nava gerîla de roja afirandina kesayetekî nû ye. Têkoşîna ku Rêberê me, gelê me û em dimeşînin, rastiya rûmetê ye. Gelê Kurd berê xwe daye azadiya Rêber Apo. Di nava gelên bindest de Rêber Apo dedikeve pêş. Roj roja azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo ye. Di vê çarçoveyê de divê em gelê Kured, fedayiyên Rêber Apo û hêzên demokratîk ji bo azadiya Rêbertî têkoşînê xurt bikin.