Gerîlayên HPG'ê li Geverê li leşkerên Tirk dan

Gerîlayên HPG'ê li bejahiya Geverê, li dijî leşkerên Tirk çalakiyên sûîqestê kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, gerîlayên HPG'ê duh danê sibehê saet di 10:00 de li hemberî leşkerên Tirk ên li herêma Baytepesî ya navçeya Gever a Colemêrgê bi cih bûbûn, çalakiyên sûîqestê kirin. Hat ragihandi ku gelek kuştî û birîndarên leşkerên Tirk çêbûne.

Artêşa Tirk piştî çalakiyan bombe li herêmê barand û danê êvarê mirî û birîndarên xwe rakir.

Operasyona artêşa Tirk a li Xeregolê jî dewam dike.