Gerîlayên HPG'ê li Gabarê li yekîneyên operasyonê xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li Gabarê di çalakiyên dijî leşkerên derketin operasyonê de herî kêm 5 leşker mirin, leşkerek jî birîndar bû.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"10'ê Kanûnê saet di 16:00 de li Navsera Gabarê ya li çiyayê Gabarê yê Şirnexê, artêşa TC a dagirker tevî balafirên bê mirov dest bi operasyonê kir. Heman rojê saet di 22:10'an de hêzên me li dijî yekîneyên operasyonê 4 çalakiyên sabotajê kirin. Hejmara leşkerên di van çalakiyan de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê, hêzên dagirker heta 11'ê Kanûnê saet 02:00 obus û hawan avêtin herêmê.

11'ê Kanûnê saet di 08:30 de hêzên me li dijî yekîneyên operasyonê çalakiyên sabotajê kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 3 leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Heman rojê saet di 22:00 de hêzên dagirker bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir.

13'ê Kanûnê, hêzên me dor li yekîneyeke operasyonê girtin û çalakiyek pêk anîn. Di encama derbên xurt de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê. Heman rojê saet di 17:30 de bi rengekî bê encam neçar ma hêzên xwe vekişîne.

LI KERBORANÊ ŞER


10'ê Kanûnê, artêşa TC a dagirker li bejahiya Kerboranê ya navçeya Mêrdînê dest bi operasyonê kir. Ji ber operasyonê di navbera yekîneyeke me ya gerîla û artêşa Tirk de şer derket. Di vî şerî de hevrêyên me Rûbar û Rojger ên bi lehengî li dijî hêzên dijmin şer kirin, şehîd bûn.

Nasnameya hevalên me yên şehîd bûn, wiha ye:

Nasnav: Rûbar Kerboran
Nav paşnav: Bahoz Baysal
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Taybet-Mehmet Alî
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Kanûna 2017 / Mêrdîn

 

Nasnav: Rojger Kerboran
Nav paşnav: Şahîn Acar
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Mehdiye-Alaaddîn
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Kanûna 2017 / Mêrdîn

Hevalê me Rûbar Kerboran li navçeya Kerboran a Mêrdînê ji malbateke welatparêz sala 1988'an ji dayik bû û ji ciwantiya xwe ve tevgera azadiyê ya Kurd nas kir. Hevalê me Rûbar ku faşîzm zû nas kir û li dijî wê dest bi têkoşîneke çalak kir, wextekê li zindanê ma û li vir jî serî li ber dijmin netewand. Piştî ku ji zindanê derket, sala 2012'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û piştî ku tevlî nava gerîla bû, ji bo bibe gerîla û milîtanekî baş her tim hewl da. Hevalê me Rûbar karê xwe bi rengekî serketî û encamgir meşand û wextekê cihê xwe di karê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de girt. Hevalê Rûbar hewl da her kêliya gerîla mayinde bike û bû xwedî sekneke ku li mîrateya Xelîlan û Arhatan hat. Hevalê me Rûbar ku ji xeta milîtaniya serketî û baş a Rêber Apo şaş nebû, ji bo pêşî li faşîzma dewleta Tirk bigire sala 2016'an berê xwe da qada Botanê. Hevalê Rûbar ku li gelek cihên Botanê ma, bi karkerî û fedakariya xwe her tim derket pêş.

Hevalê me Rojger Kerboran jî sala 1991'ê li Mêrdînê ji dayik bû. Sala 2014'an di demeke ku faşîzma TC tevî paşverûtiya herêmê êrîşî gelê Kurd kir, tevlî nava refên gerîla bû. Hevalê me Rojger bi sekna xwe ya dilnizm hate naskirin û bû yek ji hevalên ku temsîla kesayetiya Apoyî kir. Li dijî faşîzma TC li refên herî pêş şer kir û heta nefesa xwe ya dawî ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiya.

Her du hevrêyên me ku li cihê lê ji dayik bûn şehîd bûn, wê weke nûnerên kevneşopiya Kurd a berxwedêr a serî li ber faşîzma TC natewînin di nava têkoşîna me de bên bîranîn. Bila serê malbatên şehîdên me û tevahiya gelê me yê welatparêz sax be. Em careke din dibêjin ku em ê dilsozê bîranîna şehîdên xwe bin."