Gerîlayên HPG’ê li Bajêrgê û Xeregolê derbe li artêşa Tirk xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên gerîlayan ên li Gever û Çelê de yek jê serbaz bi giştî 11 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

“Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Çelê û Geverê yên bi ser Colemêrgê li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker hin çalakî li dar xistine.

Di 16’ê Cotmehê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker ji Çelê ya bi ser Colemêrgê li dijî qada Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyonek dabû destpêkirin. Hêzên me di 23’ê Cotmehê saet di 12.00’an de li Girê Xeregolê li dijî yekîneyeke dijmin çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin serbazek hatiye kuştin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine.

Di 23’ê Cotmehê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Bajêrgê ya Geverê ya bi ser Colemêrgê operasyonek dabû destpêkirin. Hêzên me di çarçoveya pêngavê de di 24’ê Cotmehê de saet di 06.30 û saet di 17.50’an de li qada Tepê Berê Sor li dijî 2 yekîneyên dijmin çalakiyên sabotajê li dar xistine. Di çalakiyan de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 6 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine.

Hêzên me di 25’ê Cotmehê de (îro) saet di 06.00’an de li Girê Xeregolê li dijî yekîneyeke dijmin çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Dîsa îro hêzên me li Girê Şehîd Bager ê nêzî Girê Koordîneyê yê Çelê li dijî leşkerên dijmin çalakiyek li dar xistine.  Di vê çalakiyê de hêzên me ji nêz ve li dijmin dane û li vê derê 4 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê hêzên dijmin bi top û obusan li qadê dane.

ARTÊŞA TIRK LI GEBARÊ OPERASYON DA DESTPÊKIRIN

Di 24’ê Cotmehê de saet di 10.00’an de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi balefirên şer li Qada Navsera Gabar a Şirnexê dane. Dijmin bi nûçeyên derew diyar kiriye ku 3 rêhevalên me jiyana xwe ji dest dane. Di vê bomberdûmanê de tu hevalên me jiyana xwe ji dest nedane.

Di 20’ê Cotmehê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi tevlêbûna cerdevanên Sûadî, Bizingê û Findikê yên li Gabarê operasyonek daye destpêkirin.

OPERASYONA LI AMEDÊ BI PAŞ VE HATE KIŞANDIN

Di 21’ê Cotmehê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Sîsê ya Amedê operasyonek dane destpêkirin. Hêzên dagirker saet di 14.00’and e bi balefir û helîkopteran li qadê dane. Operasyon di 22’ê Cotmehê de bêyî ku encamê werbigire, bi paş ve hatiye kişandin.

LI SAMANDAGÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ HÊZA OPERASYONÊ

Di 19’ê Cotmehê de hêzên me di navbera taxên Kapisû û Çewlikê yên Samandagê ya Hatayê çalakiyek li dar xistine. Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qadê operasyonek dabû destpêkirin. Di 22’ê Cotmehê de yekîneyeke dijmin a operasyonê li qada Çiyayê Mûsa ya Samandagê bûye hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Operasyona li qadê didome.