Gerîlayên HPG'ê: Dijmin wê nikaribe bi peyatî jî bireve

Gerîlayên HPG'ê diyar kirin ku ew êdî derbasî qonaxa êrîşê bûne û artêşa Tirk poşman kirine. Gerîlayan gotin, "Teknîk çiqasî bi pêş bikeve, gerîla jî li dijî wê taktîkên xwe bi pêş dixîne."

Gerîlayên HPG'ê diyar kirin ku dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike û ew li bendê ne ku gelê Başûr helwesteke mîna ya sala 2007'an nîşan bide. Gerîlayan gotin, "Bi berxwedana gel û gerîla wê mêtingerî ji ser vê xakê biçe."

Gerîlayên HPG'ê li ser şerê li Başûrê Kurdistanê ji ANF'ê re axivîn.

EM JI BERXWEDANÊ DERBASÎ ASTA ÊRÎŞÊ DIBIN

XERZAN BÎTLÎS: Hem li Bakur hem jî li Başûrê Kurdistanê şerekî giran heye. Li gelek herêman êrîşeke giran a faşîzma Tirk li dijî gerîla heye. Li Lêlîkan, Bradostê zext li gel kirin û xwestin sirgûn bikin.

Em ji dîroka berxwedanê zanin; Hewl dan bikevin nava Zapê, lê reviyan. Lê vê carê wê nikaribin bi peyatî jî derkevin. Ev çend meh in nikarin li Lêlîkanê bi cih bibin. Her roj Skorsky radibin û cenazeyan radikin. Neçar dimînin ku hêzên xwe her roj nû bikin. Leşker ditirsin ku fîşekekê biteqînin. Me di çalakiyan de dîtin; her tiştî li dû xwe dihêlin û direvin. Berxwedana gerîla rola diyarker dilîze. Em êdî dixwazin ji qonaxa berxwedanê derbasî asta êrîşê bibin û dijmin ji holê rakin. Dijmin di vê demê de çiqasî êrîş dike bila bike, nikare tiştekî bike. Şerê me bêguman wê bi ser bikeve. Plana wan a têkbirinê wê li wan vegere.

LI HATINA XWE POŞMAN BÛNE

ZAGROS ARAZ: Mêtingeriya Tirk hewl dide bi hevkariya bi çend dewletan re li Başûrê Kurdistanê operasyonê bike. Ev operasyon operasyona dagirkirina Başûr e. Gerîla şerekî mezin dike. Dewleta Tirk li pêşberî berxwedana gerîla têk diçe. Li cihê ku bi cih bûne jî her du rojan carekê çalakiyên gerîla tên kirin. Nikarin cenazeyên xwe jî rakin. Taktîkên gerîla teknîka dijmin ditevizîne. Dewleta Tirk dixwaze li cihê lê ye derkeve, lê gerîla destûrê nade. Em wan li hatina wan poşman dikin.

Ez bi xwe ji Başûrê Kurdistanê me. Gelê Bamernê, Amediyê çawa ku sala 2007'an bû mertalê zindî û pêşî li operasyonên artêşa Tirk girt, niha jî dikare bi heman rengî tevbigere. Berxwedana gel û gerîla wê mêtingeran ji vê xakê biavêje.

EV ŞER ŞERÊ RÛMETÊ YE

AZAD GARZAN: Sala 2018'an ji bo me gelekî girîng bû. Şerê me yê li dijî mêtingeriya Tirk gihîşte asteke mezin. Dewleta Tirk ev yek weke şerê man û nemanê pênase kir. Dewleta Tirk wê nikaribe li ber berxwedana gerîla bisekine, nikare şer bike. Ji ber ku ji bejahî ve nikare şer bike, ji hewayê êrîş dike. Teknîk çiqasî bi pêş bikeve, gerîla jî taktîkên xwe bi pêş dixîne. Hêrsa ji bo hilanîna tola şehîdan gelekî mezin e. Em ê bersiveke mezin bidin dijmin. Bang li tevahiya ciwanên Kurdistanî dikim; bila tevlî nava refên gerîla bibin. Ev şer şerê rûmetê ye.