Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Gerîlayê HPG'ê yê Ermenî: Em ê xewn û xeyalên Hrant pêk bînin

Gerîlayê HPG'ê Zedkanyan diyar kir, bi kuştina Hrant Dînk re êrîş li diyalog navbera gelan hatiye kirin û got, "Bi avakirina neteweya demokratîk re em soz didin, ku em ê xewn û xeyalên Hrant Dînk pêk bînin."

Gerîlayê HPG'ê yê Ermenî Arev Zedkanyan, ji ber salvegera kuştina rojnamevanê Ermenî Hrant Dînk, ji ANF'ê re axivî.

Zedkanyan bibîr xist, Dînk ji malbateke ku trajediya malbatên Ermenî yên Kurdistanî bi serî de hatiye û anî ziman, ku Dînk bêyî ji cewhera  xwe qut bibe têkoşiya ye.

'ÊRÎŞ LI ÇANDA NAVBERA GELAN HAT KIRIN'

Zedkanyan da xuyakirin, ku Hrant Dînk zordariya dewleta Tirk baş nas dikir û li dijî vê yekê ketibû nava têkoşîneke dijwar.

Zedkanyan diyar kir, dewma wî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û nêrînên şoreşgerî nas kir, bandora Hrant Dînk jî li ser wî çêbû û got, "Me xwe ji malbatekê, weke neferên têkoşîneke hevpar didît."

Gerîla Zedkanyan anî ziman, Dînk di navbera gelan de diyalogek ava kiriye, bi gelê Kurd re têkiliyeke baş daniye û gotina "Hran Dînk Ermeniyê dawî bû" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist.

Arev Zedkanyan da xuyakirin, ku bûyera kuştina Dînk nabe ji hikûmetê cuda bê nirxandin û got, "Di şexsê Hrant de xwestin çanda di navbera gelên Tirkiyeyê de derket holê, têk bibin. Xwestin mesajekî bidin têkoşîna Ermeniyan, têkoşîna gelan."

Zedkanyan wiha dewam kir: "Avabûna TC li ser qirkirina Ermeniyan çêbûye. Li ser înkarkirina Kurdan çêbûye. Li ser înkarkirina gelên li Anatolî û Mezopotamyayê çêbûye. Sîstemeke xwe dispêre derewan, înkar û qirkirinê."

Zedkanyan destnîşan kir, ku AKP'ê û hikûmetên beriya wê, di nava sîtema Tirkiyeyê de dijberiyeke gelekî mezin a Ermeniyan afirandiye û got, "Niha jî ber bi sîstema yek şexsî, yek şefî, yek xelîfeyî ve diçin. Rewşeke bi vî rengî jî wê diyalog, têkilî û baweriya navbera gelan ji holê rake. Ji xwe bi vê nêzîkatiyê Hrant kuştin."

'PARADÎGMAYA OCALAN, XEYALÊ WÎ BÛ'

Gerîlayê Ermenî Arev Zedkanyan diyar kir, paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê jiyaneke azad, wekhev û bi hev re bafirîne, ku yek di heman demê de xeyalê Hrant Dînk e.

Zedkanyan di dawiya axaftina xwe de Hrant Dînk bibîr anî û diyar kir, ew ê xewn û xeyalên wî bi avakirina neteweyeke demokratîk pêk bînin.