Gerilayê HPG’ê Akçelîk ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin

Gerîlayê HPG'ê Kajîn Akçelîk (Baz Mordem) ê ku li navçeya Artûklûya Mêrdînê di 17'ê Tebaxê de di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê xwe Geverê hat definkirin.

Gerîlayê HPG'ê Kajîn Akçelîk (Baz Mordem) ê ku li navçeya Artûklûya Mêrdînê di 17'ê Tebaxê de di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê xwe Geverê hat definkirin.

Gerîlayê HPG'ê Kajîn Akçelîk (Baz Mordem) ê ku li navçeya Artûklû ya Mêrdînê di şerê 17'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî hat teşxîskirin. Piştî teşxîskirinê ji bo definkirin anîn Geverê. Cenazeyê Akçelîk bi konvoyeke ji sedan wesayîtî, anîn gundê Şahê yê bajaroka Esnedereyê. Piştî nimêja cenaz ya li mizgefta gund, derbest li ser milan heta goristana gund hat hilgiritin. Di rê de, dem bi dem dirûşmeyên wek "Şehîd namirin", "Ey şehîd tola te li erdê namîne", "Kajîn Akçelîk nemir e" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak, hevşaredarên Colemêrgê û navçeyên wê, hevserokên HDP û DBP'ê yên bajêr û navçeyan, jinên KJA'yî, Însiyatîfa Dayikên Aşitiyê, MEYA-DER, KURDÎ-DER, TUHAD-DER jî di nav de bi sedan welatî beşdarî merasîma cenaze bûn.

Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Akçelîk li gel tilîliyan heta goristana gundê Şahê hate hilgiritin û li gel gora xwişka wî Evîn Akçelîk (Nûda Gever) hat definkirin. Piştî karên definkirinê, li gel sirûda "Çerxa Şoreşê" rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak axivî. Irmak diyar kir ku ew wê bi mîrateya ku şehîdan ji bo wan daye bimeşin û wiha got: "Yê me li ser linga dihêlin şehîd in. Em wê di rêça wan de ku bo me ronahiye bimeşin. Em wê xakên ku xwîna şehîdan lê rijiyaye, neterikînin. Azadî ne dûr e, rizgariya vê xakê ne dûr e. Dawiya koletiya Kurdan hatiye. Kur û keç, dê û bavên xwe defin dikin, lê belê di çarenûsa gelê Kurd de, dayik û bav zarokên xwe defin dikin. Em dê vê çarenûsê birûxînin."

Piştî Irmak, bavê Akçelîk, Saît Akçelîk axivî. Akçelîk wiha wiha anî ziman: "Dilê min pir bi êş e. Di nav 6 mehê dawî de du zarokên min şehîd bûn. Ji ber ku Şehîd Baz Mordem teslîmiyet qebûl nekir, bombe li nava xwe girêda. Teslîm nebû. Bila serê gelê kurd sax be. Şehîd namirin."

Merasîma cenaze, bi tilîlî û çepikan bi dawî bû.

 Piştî merasîmê girse berê xwe da mala şînê.