Gerîlayê HPG’ê Çinar li ser gora xwe hate bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Suleyman Çinar ê di şerê Şenyaylayê de şehîd bûbû, li ser gora xwe hate bibîranîn.
Gerîlayê HPG’ê Suleyman Çinar ê di şerê Şenyaylayê de şehîd bûbû, li ser gora xwe hate bibîranîn.
Di salvegera 1’ê de gerîlayê HPG’ê Suleyman Çinar (Şervan Amed) ê di şerê 7-8’ê Kanûna 2019’an a li herêma Şenyayla a navbera sînorê Pasûr-Mûşê de şehîd bûbû, hate bibîranîn.
Ferdên malbata Çinar ên li gel endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya Dergûşa Şaristaniyan a Amedê (MEBYA-DER) li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoy a Rezanê kom bûn, dua kirin.
Komê piştre gul danî ser gora Çinar.