Gerîlayan li Zap û Metînayê gelek çalakî lidar xistin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zap û Metînayê gelek çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de hat tespîtkirin ku leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, 3 mobesse û dronek hatin îmhakirin.

DAXUYANIYA HPG’Ê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî dan:

“Li herêma Metînayê;

8’ê Hezîranê di saet 14.30’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Girê Bamernê hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

8’ê Hezîranê di saet 08.28’an de bi taktîka sekvaniyê sîstema kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

8’ê Hezîranê di saet 16.10’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.

8’ê Hezîranê di saet 16.30’an de bi çekên giran mudaxeleyî dagirkerên ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bibin, hate kirin û xebatên wan hatin rawestandin.

9’ê Hezîranê di saet 10.10’an de bi çekên giran mudaxeleyî dagirkerên ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bibin, hate kirin û xebatên wan hatin rawestandin.

9’ê Hezîranê di saet 18.10’an de bi çekên ferdî droneke ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

10’ê Hezîranê di saet 02.30’an de bi taktîka sekvaniyê sîstema kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate îmhakirin.

8’ê hezîranê di saet 11.40 û 17.22’yan de bi taktîka sabotajê li dagirkerên ku hewl didan ber bi tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM ve ber bi pêşde biçin, hate xistin.

9’ê Hezîranê di saet 12.30’an de kuçikekî ku dagirkeran hewl dida ber bi tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM ve bişîne, hate bêbandorkirin. Her wiha fenerek û kamereyekî serî hate desteserkirin.

9’ê Hezîranê di saet 17.20’an bi taktîka sabotajê li dagirkerên ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi cih bibin, hate xistin. Piştî çalakiyê xebata dagirkeran hate rawestandin.

9’ê Hezîranê di saet 22.20’an de bi taktîka sekvaniyê sîstema kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM hate îmhakirin.

9’ê hezîranê di saet 15.10’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî, pêk anîn;

8’ê Hezîranê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, carekî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.

9’ê Hezîranê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

8 û 9’ê Hezîranê qadên Lolan û Kolît ên herêma Xakurkê 2 caran, Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Şêlazê û Bazê yên herêma Metînayê 3 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 2 caran, bi giştî; 7 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.”