Gerîlayan li Zap, Metîna û Heftanînê çalakî kirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Zap, Metîna û Heftanînê li dijî dagirkeran çalakî li dar xistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 3 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê encamên çalakiyên li Zap, Metîna û Heftanînê eşkere kir.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;

Hêzên me wesayîta kontrayên ku malzemeyên leşkerî dibirin ji dagirkerên li Girê Koxê Mele Yehya ya qada Keşanê xistine bin kontrola xwe. Di 1’ê Tebaxê de saet di 14.30’an de wesayîta li gir bûye hedef û li wê hatiye xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin û derb li wesayîta kontrayan hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker demeke dirêj nekaribûye mudaxeleyî qada çalakiyê bike û cenazeyê leşkeran êvarî bi helîkopteran ji qadê derxistiye.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

Di 3’ê Tebaxê de saet di 16.45’an de hêzên me ji nêz ve li çepera dagirkerên li Girê Azad a qada Zendûrayê dane. Di vê çalakiyê de çepera ku tê de 2 dagirker tê de bûn, derb lê hatiye xistin, dagirkerek hate cezakirin û dagirkerek jî birîndar bûye.

Di heman rojê de saet di 22.30’an de qada Dêşîşê hatiye bomberdûmankirin, hêzên me ji 2 milan ve li helîkoptera dagirkeran dane. Helîkopter neçar mane ji qadê derkevin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 3’ê Tebaxê de saet di 18.40’an de hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Mûnzûr dane. Di vê çalakiyê de bi serkeftî li hedefan hatiye xistin.

Artêşa Tirk a dagirker di navbera gundên Kerneheso û Ekûhê ya Xîzana Bedlîsê bi awayekî sîstematîk daran dibire û daristanan qir dike.

Di mehên biharê de bi beşdariya kontrayên ji gundên Yelîpir, Kekola, Akanûs, Sureh ên derdora Xîzanê kemîn danîne. Ev kemînên dagirkeran hatine pûçkirin.

Li herêma Avaşînê;

3’ê Tebaxê saet 17:00’an tunelên şer yên li Girê Sor bi teqemeniyan hatiye bombekirin.

3’ê Tebaxê di navbera saet 21:00 û 22:30’an de tunelên şer ên Werxelê bi teqemeniyan hatiye bombekirin.

3’ê Tebaxê di navber saet 22:45 û 01:10’an de li qadên Girê Silêman û Girê Spî helîkopter geriyane.

3’ê Tebaxê di navbera saet 22:00 û 00:00’an de li ser xeta Qeşûra ya herêma Metînayê helîkopter geriyane.

3’ê Tebaxê derdora gundên Kêste û Hirorê yên nahiya Kanî Masî ya girêdayî navçeya Amediyê û qadên Kela Qumriyê ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatiye bombekirin.

Êvara 1’ê Tebaxê qada Keşan a Heftanînê ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatiye bombekirin.