Gerîlayan li Qersê li hêzên operasyonê dan

Gerîlayan li dijî leşkerên Tirk ên li devera Çemçê ya girêdayî Qaxizman a Qersê derketibûn operasyonê 2 caran çalakiyên sabojatê lidar xistin. Di çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker ên Tirk daxuyaniyek nivîskî da.

HPG’ê ev agahî da:

“Artêşa TC’ê a dagirker 20’ê Îlonê li devera Çemçê ya navçeya Qaxizman a Qersê dest bi operasyonekê kiribûn. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de 24’ê Îlonê saet 10:00’ê li devera Penavosê li dijî yekîneyeke di nava tevgerê de bû çalakiyeke ya sabotajê kiriye. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin.

25’Ê Îlonê saet 11:10’ê jî hêzên me li dijî yekîneyeke ya operasyonê cara duyemîn çalakiyeke sabotajê kirine. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin.

Operasyon bi yekîneyên veşartî didomin.

LI GABARÊ DU GERÎLA ŞEHÎD BÛN

28’ê Îlonê saet derdorî 00:30’î di encama êrîşa hewayî ya artêşa TC’ê ya li herêma Gabar a Şirnexê de 2 hevrêyên me şehîd bûne. Em ê piştre nasnameya hevrêyên xwe yên şehîd bûne bi raya giştî re parve bikin.

OPERASYONA LI ELKÊ BÊ ENCAM VEKIŞIYA

23’yê Îlonê li devera gundê Sulavê ya girêdayî navçeya Elbak a Wanê operasyonek hatibû destpêkirin. Artêşa TC’ê ya li herêmê lêgerîn dikirin 27’ê Îlonê bê ku encamek bi dest bixin vekişiyane.

BALAFIRAN LI ÇEMÇO Û KARKERAN BOMBE KIR

30’ê Îlonê balafirên şer saet derdorî 12:00’ê deverên Çemço û Karkeran ên Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me nehatine."