Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku daxuyaniyek nivîskî da, têkildarî Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş ev agahî da: “Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Gever û Şemzînanê ya bi ser Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî lidar xistine.
Di 3’yê Tîrmehê saet 04:30’an de hêzên me yên YJA Starê li girekî ku nêzî gundê Tisê yê Şemzînanê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidar xistiye. Li vê derê hêzên dijmin derbên mezin xwarine û hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.
Hêzên me yên YJA Starê di 2’yê Tîrmehê de saet di 11:20’an de leşkerên li Girê Şehîd Gafûr ên li Geverê kirine hedef. Wesayîtên mezin û kozikên li ser gir bûne hedefa hêzên me, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.”