Gerîlayan li Amed, Çelê û Qilabanê bi awayekî xurt li leşkeran xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku di encama çalakiyên gerîlayan a li Amed, Çelê û Qilabanê de, herî kêm 8 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku di encama çalakiyên gerîlayan a li Amed, Çelê û Qilabanê de, herî kêm 8 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:
AMED
21’ê Nîsanê saet di 08:45’an de hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li 2 girên nû yên li navçeya Dîcle ya Amedê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de bi çekên RPG-7 û çeka BKC li 2 wesayîtên zirxî yên li ser gir bûn, di navberkî nêzîk de bi xurtî hatine lêxistin. Di heman demê de, li komekî leşkerên ku ji wesayîtê daketin bi çeka RPG-7’ê hatine lêxistin û her 6 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiy gelek ambûlans çûne herêmê kuştî û birîndar rakiri. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên li Amedê jiyana xwe ji dest dane hate lidarxisitin
ÇELÊ
20’ê Nîsanê saet 18:30’an de li dijî leşkerên li Girê Koordîne yê li ser xeta sînorê navçeya Çelê ya Colmêrgê bi çekên ferdî çalakiyek hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de 2 kon û çeperek hatiye rûxandin, 2 leşker hatine kuştin.
QILABAN
21’ê Nîsanê saet di 09:00’an de hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li Girê Kurkê Omer ê navçeya Qilaban a Şirnexê çalakiyek lidar xistine. Têkildarî çalakiyê dema ku agahî hatin wê bi raya giştî re bê parvekirin.
ÊRÎŞÊN HEWAYÎ
21’ê Nîsanê saet navbera 12:30-13:00’an, balafirên şer ên artêşa Tirk devera Govendê û Mamreşo yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye
21’ê Nîsanê saet di navbera 11:00-12:00’an de balafirên şer ên Tirk devera Werxelê û Çiyayê Reş ên girêdayî Herêma Zapê bomberdûman kirine.