Gerîlayan li Çelê-Colemêrgê leşkerên Tirk kirine kemînê

Dema ku konwoyeke leşkerî ji Çelê diçû Colemêrgê gerîlayan derb lê xist. Li gorî agahiyan 2 wesayitên zirxî yên bi kîrpî zirxî hatin rûxandin.

Şevê din saet 23.00'an gerîlayan konwoyeke leşkerî ya artêşa Tirk ku ji Çelê diçû Colemêrgê kirin kemînê. Gerîlayan ji nêz de bi çekên giran li leşkerên Tirk xistin û 2 wesayitên zirxî rûxandin.

Li gorî jêderkên xwecihî ji 15'an zêdetir leşkerên Tirk hatin kuştin û birîndar bûn. Piştî çalakiyê tevgera hewayî û bombekirin dest pê kir û hê jî berdewam dike.

Li hêla din, gerîlayan li Colemêrg, Şemzînanê, li girê Şikêra Spî bi ser leşkerên Tirk de ji du baskan ve çalakiyek li dar xistin. Piştî çalakiyê di navbera gerîlayan û leşkerên Tirk de şer dest pê kir û şer heta berêvarkî dom kir. Li gorî jêderkên herêmî leşkerên kuştî û birîndar ji herêmê hatin rakirin.