Gerîlayan êrîşa hewayî birin ser Baregeha Hacilar a Silopya

HPG'ê ragihand hêzên wan bi amûra firoke êrîş birine ser Baregeha Leşkerî ya Hacilar a Silopya ya Şirnexê. Avahiya ku bûyî hedef 4 caran hate bombekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî çalakiya li Silopya daxuyanî da. HPG'ê di daxuyaniyê wiha got: ''24'ê Sibatê li Silopya ya Şirnexê bi amûra me ya firoke  li dijî Baregeha Leşkerî çalakiyeke karîger hatiye kirin. Bi şev li derdora saet 21.30'î di vê çalakiyê de ku avaniya li rex pîsta helîkoptêrê ya li Baregeha Leşkerî ya Hacilarê bûye hedef, avanî 4 caran hatiye bombekirin û ziyaneke mezin lê bûye. Piştî vê çalakiyê, ku windahiyên dijmin bi zelalî diyar nebû, heta 25'ê Sibatê bi şev jî nehiştin ku personel jî bikevin nav baregehê û dijmin windahiyên xwe ji cihê bûyerê derxistine.''