Gerîlayan bi çekên giran li dagirkeran xistin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêma Zapê bi çekên giran li leşkerên Tirk ên dagirker xistin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de wiha hate gotin:

"Agahiyên berfireh ên li ser çalakiya li herêma Zapê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

12'ê Çileyê saet di 12:00 de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li nêzî qada Çemçoyê xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên giran;

12'ê Çileyê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, ji serê sibehê heta êvarê 13 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

12'ê Çileyê zeviyên Gundê Sêdarê yê Garê û qada Golka ya Metînayê 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

12'ê Çileyê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM û nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."