Gerîlaya ku xwe spart rêya heqîqetê: Sara Serhed

Gerîla Sara hêviya xwe ya ji bo azadkirina gelê xwe bi taybetî jî Rêberê Gelê Kurd di dil û mejiyê xwe de mezin kir. Bi vê armancê, di nava şert û mercên herî giran de jî erk û berpirsyariyên xwe bi cih anî.

Gerîla Sara Serhed (Delîla Yildiz) sala 1994'an li navçeya Erdîşê ya Wanê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz mezin dibe. Bi rêya malbata xwe, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas dike. Ango di zarokatiya xwe de bi çanda partiyê tê mezinkirin. Piştî ku bi têra xwe têdigihêje di sala 2014'an de berê xwe di nava çiyayên azad û tevlî nava refên PKK'ê dibe. Di Hezîrana 2018'an de li Colemêrgê tevî çar hevrêyên xwe şehîd dibe.

Gerîla Sara bi têgihiştina jiyana azad dev ji dibistanê berdide û biryarê dide ku tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bibe. Lewma bi îdîa û biryardariyeke mezin di sala 2014'an de li herêma Serhedê tevlî nava tevgera PKK'ê dibe. Gerîla Sara têkildarî jiyana li nava PKK'ê û hevrêtiya têkoşînê ev nirxandin kiribû: "Hevalan û jiyana wan bandoreke mezin li min kir. Ev yek ji bo tevlêbûna min bû bingeheke xurt. Bi taybetî her îdîaya min ew bû ku bibim şopdarê hevrêyên xwe yên şehîd û têkoşîna wan bilindtir bikim."

Gerîla Sara wiha dewam dikir, "Cudahiya vê tevgerê ji tevgerên din ew e ku mirovan bi her awayî xurt dike, ji aliyê zanistî ve mirovan bi pêş ve dibe. Mirov bi wê bedewiyê dijîn. Lewma dilsoziya mirovan a bi vê jiyanê re zêdetir dibe. Min hewl da di asta zanistî û kûrbûna bîrdozî de tevlî bibim. Ji bo karibim hîn zêdetir ji bo gelê xwe bibim bersiv."

Gerîla Sara hêviya xwe ya ji bo azadkirina gelê xwe bi taybetî jî Rêberê Gelê Kurd di dil û mejiyê xwe de mezin kir. Bi vê armancê, di nava şert û mercên herî giran de jî erk û berpirsyariyên xwe bi cih anî. Di heman demê de bi germahiya dilê xwe, di dilê her hevrêyên xwe de cihê xwe digre û tê hezkirin. 

Bi taybetî gerîla Sara qadên azad ango çiyayên Kurdistan mîna bihuştekê bi nav dike. Gerîla Sara jî di vê bihuştê de bibû mîna gulekê û di dilê Kurdistanê de xwe bi cîhkiribû.

Gerîla Sara Serhed bi girêdanên xwe ji hevalên şehîd re bi taybetî çalakiya Sema Yuce û Zeynep Kinaci bi van gotinan tîne ziman; "Çalakiyên fedayî, bi taybetî çalakiyên her du hevalan, gelekî bandorê li mirovan dike. Di ruhê heval Sema û Zîlan de, hîskirineke ku paşeroj dîtin û jiyîn heye. Ew di encama fêmkirineke herî xurt de gihîştin vê astê. Ruxme nûbûna heval Zîlan û zehmetiyên ku di warê fîzikî de didît jî, lê bi fêmkirina wê ve hemû astengiyên heyî derbas dike û bi hemû hêza xwe ve tevlî dibe. Mirov bi nirxandina çalakiyên wê ve, bikaribe têkoşîna wê xurtir bike. Di rastiyê de jî hîn zêdetir nasnameya jina bi hêz û bi xwedî îrade derdikeve holê. Dema mirov kesayeta hevrê Zîlan dinirxîne, ew îradebûyîna wê, şêwaz û pîvanên jiyana ku ji xwe re esas digirt, bi rastî mirov sudwerdigre û pê bandor dibe."

Heman demê gerîla Sara ji bo çalakiya Sema Yuce jî wiha dibêje, "Ruhê heval Sema ruheke fedayî ye. Bi temamî xwe heya dawî bi jiyana Rêbertî re kir yek. Hevrê Sema bîrdoziya Rêbertî jiyanî kir. Ango Rêbertî mîna rojê bi nav dike û dide diyarkirin. Ji bo hebûna gelê xwe bi taybetî ji bo hebûna jinê, êrîşên ku li ser pêk tê dibîne û li hemberî vê bi hemû hêza xwe li hemberî dijmin li ber xwe dide û teslimiyetê qebûl nake. Di bîrdoziya wê de teslîmiyet tune ye. Dibe pira ku di navbera 8'ê Adarê heta 21'ê Adarê, bal  dikşîne êrîşên li ser jinê. Pêwîstî bi bilindkirina têkoşînê dibîne. Bi taybetî jina ku ji bo rizgarkirina zayendî dixebite, têdikoşe bi pêş bikeve. Hevala Sema bi awayekî herî zelal vêya diyar dike. Ez jî wek şervaneke di rêya wan de bikaribim têkoşîna heyî bilintir bikim."