Gerîlaya Ereb Qamişlo: Werin Rêber Apo û PKK’ê nas bikin

Gerîlaya Ereb a ji Dêra Zorê Cudî Qamişlo bal kişand ser roja jinê ya di nava PKK’ê de û bang li ciwanên Ereb kir ku tevlî nava refên gerîla bibin ku rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê nas bik

Gerîlaya YJA Starê ya ji herêma Dêra Zorê Cûdî Qamişlo ku bi eslê xwe Ereb e têkildarî naskirin û sedemên tevlîbûna xwe ya ji bo refên gerîla axivî.

Qamişlo ku bi awayekî serkeftî fêrî zimanê Kurdî bûye wiha anî ziman: “Ez ji bajarê Dêre Zorê me, sala 2019’an tevlî nav refên gerîla bûm. Di despêkê de tişta herî zêde li ser min bandor kir rastiya Rêber Apo û Hevaltiya di nav PKK’ê de. Ya din xwezayîbûna jiyanê li serê van çiyan gelek bala min kişand. Di jiyana gerîla de hevdu hîs kirin, hez kirin û fikrandin di astekî jor de ye û jibo min mijarek balkêş bû.’

‘EZ SERBILIND IM ku DI NAV PKK’DE ME’

Gerîla Cûdî Qamişlo bal kişan ser tundiya li jinê ya di nava civakê de tê û nêzîkatiya PKK’ê ya ji bo jinê û got: “Di nav civaka ez tê de mezin bûm, ti rolê jinê nîne. Jinê tenê ji bo xebatên malê û ji bo zewacê tê amadekirin. Ti mafekî jinê nîne ku derkeve û nêrînê xwe bide. Bi çavekî biçûk tê dîtin û ji bo xizmeta mala xwe lê meyze dikin. Lê di nav PKK’ê de rolê jinê ya berbiçav heye. Jin dikare şer bike, biaxife, nêrîn bide û di hemû warên jiyanê de dikare xwedî rol be. Çi ferq û cudahî nîne navbera netewan de. Dema ez tevlî bûm, min ji netewên din jî gelek Heval dîtin; ji gelê Ereb, Kurd, Tirk û ji welatên Ewropa ciwan tevlî gerîla bûne. Ango ramanên Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo tevahî mirovahî û gelên bindest e. Cihgirtina min di nav PKK de cihê serbilindî yê ye.”

‘WER IN, PKK NAS BIKIN’

Di dawiyê de qamişlo bi zimanê xwe yê dayikê axifî û ev bang li ciwanan kir: “Banga min ji Hemû ciwanan bi taybet ciwanên Ereb re heye, bila rastiya Rêber Apo û PKK nas bikin. Guh nedin dijmin ku rastiyan berovajî dike. Li vir jiyanek azad û bi rûmet tê jiyîn. Ez her kesî vedixwînim vê jiyanê.”