Gerîla TV’yê dîmenê çalakiya li Sêrtê weşand

Gerîla Tv, dîmenê çalakiya gerîlayên HPG’ê weşand  ya ku di 30’ê Adarê de li Sêrtê ku 15 leşkerên artêşa Tirk hatibûn kuştin.

Vaye kêliyên çalakiya 30’ê Adara 2018’an a li nêzî gundê Girdara yê  qada Çiyayê Reş a Sêrtê;

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî par ve kiribû;

“Hêzên me li herêma Botanê dest bi "Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê" kirine.

Di vê çarçoveyê de û di salvegera hefteya lehengiyê de gerîlayên me roja 30'ê Adarê saet 05:40'î li nezî gundê Girdara yê qada Çiyayê Reş a Sêrtê, li dijî leşker û kontrayên artêşa Tirk dagirker ên li ber bendava Ilisûyê, çalakiyeke berfireh li dar xistine.

Ji nêz ve derbên giran li gir hatiye xistin ê yekîneyên dijmin lê bûn û di nava 5 deqîqeyan de kontrola gir bi temamî kete destê hêzên me. Hêzên me yên xwe gihandin ser gir, çeperên dijmin yek bi yek îmha kirin.

Hêzên me çûn ser 10 cenazeyên dijmin û gelek çek û malzemeyên leşkerî ji ser dijmin rakirin. Di encama vê çalakiyê de 15 leşkerên dijmin hatin kuştin, zêdeyî 10 leşkerên dijmin jî birîndar bûn.

  Malzemeyên ku ketin destê hêzên me:

- 2 çekên G3 û 5 şarjorên van çekan, êlegekî êrîşê

- 2 çekên AK-47 kalaşnîkov

- Gelek malzemeyên leşkerî.

Hêzên me her wiha agir berdan çekeke giran a A4 a li ser gir û ev çek îmha kirin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi qasî saetekê bi desteka balafirên bê mirov û helîkopterên bi tîpa Kobra leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên Skorsky rakir.”