Gerîla TV dîmenê kemîna ku gerîla danîn ber leşkerên Tirk kişand

Dîmenê çalakiya gerîla ya 14'ê Hezîranê, ku li Şemzînanê li dijî artêşa Tirk hate lidarxistin ji aliyê Gerîla TV ve hate weşandin.

Di dîmen de xuya dike, leşkerên Tirk ên ji bo operasyonê rê çêdikin dikevin kemîna gerîla û bi zelalî tê dîtin bê çawa îmha dibin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser vê çalakiyê ev agahî da bû:

"Li herêma Xapuşkê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê, hêzên me 2 rojan leşkerên dijmin ên ji bo biryargeha xwe ya dagirker rê çêdikirin, kontrol kirin. Û roja 14'ê Hezîranê saet di 07:00 de kemîn danîn pêşiya hêzên dijmin. Di vê çalakiyê de 7 leşker hatin kuştin."