Gerîla TV dîmenê çalakiyekê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Qada Berxwedanê ya Sîdayê weşand ku di 28'ê Çileyê de hatibû lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:

"28'ê Çileyê saet di 10:50'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li kepçeyekê xistin ku hewl dida çeperên berxwedanê yên gerîla hilweşîne. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek birîndar bû û kepçeyek jî hate îmhakirin."