Gerîla TV dîmenê çalakiyeke nû ya gerîla weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla ya 29'ê Tîrmehê weşand ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê pêk hat.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyê daxuyaniyek weşandibû û wiha gotibû:

"Hêzên me saet di 11:30'î de li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî konvoyeke ji wesayitên zirxî yên artêşa TC a dagirker çalakiyek kirin ku ji qereqola Astenga Reş diçû qereqola Wargenima. Di vê çalakiyê de ku bi rengê sabotajê hate kirin, wesayita zirxî ya bi tîpa Kîrpî bi temamî hate îmhakirin û 13 leşkerên tê de hatin kuştin."