Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla ya li Heftanînê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla ya 29'ê Mijdarê ya li Heftanînê weşand ku di encamê de leşkerekî Tirk hatibû kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyê ev agahî parve kiribû:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li Herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, li dijî artêşa TC a dagirker a li Girê Konferansê ya Mezin di 29'ê Mijdarê de saet di 14:00 de çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de leşkerekî artêşa TC a dagirker hat kuştin."