Gerîla TV dîmenê çalakiya serkeftî ya li Mam Reşo weşand

Gerîla derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixe. Gerîla TV dîmenê çalakiya li Qada Berxwedanê ya Mam Reşo weşand. Di vê çalakiyê de 7 dagirker hatibûn cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê ev daxuyanî dabû:

““Di 26’ê Tîrmehê de dagirkerên ku bi armanca dagirkirina Girê Şehîd Mûnzûr û Girê Şehîd Arnos ên li Qada Berxwedanê ya Mamreşo xebatên çêkirina rêyan dimeşandin ji aliyê hêzên me ve hatin şopandin. Hêzên me koma dagirker a ku ji 7 kesan pêk dihat di saet 06.45’an de xistin kemînê û bi çalakiyeke koordînekirî ya gerîlayan derb li dagirkeran hat xistin.  Baskê yekem ê çalakiyê; ji nêz ve bi çekên ferdî bi bandor li dagirkeran xist. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî  li dagirkerên ku dixwestin li bejahiyê belav bibin xistin.  Baskên yekem û duyem ên çalakiyê, di demek pir kin de  bi şêwazê lêdana teyrê baz, tevahiya koma dagirker a ji 7 kesan pêk dihat ceza kirin û ev yekîneya dijmin bi temamî tune kirin.

Tîmên me yên bi tevger ên ku çûn ser cenazeyan, eşkere kirin ku ji dagirkerên hatine cezakirin, 3 jê leşker û 4 jî kontra ne. Hêzên me ji ser 7 cenazeyan;  çekeke MPT-55, 3 çekên AK-47 (Kalaşnîkov), cîhaza bêtêl,  kasatûreyek  û 2 şepqeyên leşkerî desteser kirin."