Gerîla Tv dîmenê çalakiya Qela Bêdawê ya Zapê weşand

Gerîla Tv dîmenê çalakiya sabojatê ya gerîlayan a 14’ê Mijdarê li dijî artêşa Tirk ên li qada Qela Bêdewê ya Zapê bi cih bûbûn lidar xistibû, weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî da: “Operasyona ku artêşa Tirk a dagirker 14'ê Mijdarê li herêma Zapê da destpêkirin, hîn jî dewam dike. 14'ê Mijdarê li dijî dagirkerên ku hewl didan li qada Qela Bêdewê bi cih bibin bi rêbaza sabotajê çalakî hate lidarxistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 2 dagirker di encama çalakiyê de hatin cezakirin. Lê belê hejmara dagirkerên hatin cezakiri û yên birîndar bûn zêdetir e.”