Gerîla TV dîmenê çalakiya li Heftanînê weşand

Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyên li herêma Heftanînê weşand, ku di encamê de 7 dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de, hêzên me 23'ê Nîsanê saet di 13:40'î li qada Şehîd Kendal a herêma Heftanînê, li dijî dagirkerên li qada Koxê Mele Yehya du çalakî li dar xistin. Di çalakiya destpêkê de kozikek çeka A4 a dagirkeran tevî 4 dagirkerên tê de hate îmhakirin. Di çalakiya duyemîn de jî li komek dagirkerên ku li hev civiya bûn hate xistin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin. Di herdu çalakiyan de 2 kozik hatin rûxandin û 7 dagirker hatin cezakirin."