Gerîla TV dîmenê çalakiya li Şirnexê weşand

Gerîla TV, dîmenê çalakiyeke gerîla ya 16'ê Nîsanê ya li Şirnexê weşand, ku di encamê de 8 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser encamên çalakiyê ev agahî dabû:

"Hêzên me 16'ê Nîsanê di çarçovaye Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de li dijî leşkerên artêşa Tirk a li girê Guzê Kurkê yê Şirnexê çalakiyek bi bandor lidar xistin. Leşker û kontrayên li vî girî ku demeke dirêj hatin kontrolkirin, 16'ê Nîsanê saet 08:00'an derketibûn bejayê. Hêzên me vê yekîneya ku derketibûn bejahiyê dorpêç kirin û bi bandor lê xistin. Di vê çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Hêzên me çûne ser cenazeyên leşkeran û li ser cenazeyan çekeke G3 û hewaneke 69mm jî rakirine."