Gerîla TV dîmenê çalakiya ku yarbay tê de mir, weşand
Gerîla TV, dîmenê çalakiya sabotajê ya 19'ê Cotmehê ya li bajarokê Bajêrgê weşand, ku di encamê de yarbayek, 2 berbaz û 2 leşker mirin.
Gerîla TV, dîmenê çalakiya sabotajê ya 19'ê Cotmehê ya li bajarokê Bajêrgê weşand, ku di encamê de yarbayek, 2 berbaz û 2 leşker mirin.
Gerîla TV, dîmenê çalakiya sabotajê ya 19'ê Cotmehê weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:
"19'ê Cotmehê saet di 09:00 de, di çarçoveya agahiyên îstîxbaratî de, li hemberî wesayiteke sivîl a ji Geverê diçû bajarokê Bajêrgê, ku fermandarên tabûra Bajêrgê; yarbayek, 2 berbaz û 2 leşker tê de bûn, hêzên me li nêzî gundê Çilikê çalakiyeke sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de wesayit bi temamî rûxiya û hemû leşkerên tê de mirin."