BI DÎMEN

Gerîla Sîser: Bêrîtan ruhê serketin û azadiyê ye

Gerîlayê HPG'ê Aslan Sîser anî ziman ku sekna Bêrîtan a li dijî nokeran gelekî girîng bû û got, "Bêrîtan ruhê serketin û azadiyê ye."

ŞEHÎD BÊRÎTAN

Şervanên azadiyê yên Kurdistanê bi ruh û coşa şoreşê têkoşîna xwe ya li dijî dijmin dewam dikin. Yek ji van şervanan jî gerîlayê HPG'ê Aslan Sîser e.

Aslan Sîser ku di nava tîmên bi tevger de têdikoşe, ji ANF'ê re axivî. Gerîla Aslan Sîser got, "Beriya her tiştî hevala Bêrîtan di salvegera şehadeta wê de bi hurmet û minet bi bîr tînim. Hevrê Bêrîtan li dijî teslîmiyetê xeta berxwedanê ji xwe re kir esas, serî li ber dijmin netewand. Xeta ku afirand bû bingeh ji artêşbûna jinê re. Çalakiya wê ji bo me gelekî girîng û dîrokî ye. Em ê nirxên hevala Bêrîtan timî biparêzin. Bêrîtan ruhê serketin û azadiyê ye. Bila dijmin baş zanibe, wê li çiyayên Kurdistanê têk biçe.

EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN

Armanca dijmin a ji van êrîşan şikandina hêviya gelê me ya bi me ye. Ji bo karibin di oxira azadiyê de têbikoşin û li ber xwe bidin, em hêzê ji Rêberê xwe werdigirin. Ji felsefe û berxwedana Rêber Apo em sûdê werdigirin. Rêbertî bi salan e li Îmraliyê têkoşîneke bê eman dimeşîne. Li ser vê bingehê em ê heta dawiyê li hemberî êrîşên dijmin li ber xwe bidin. Em ê di cih û dema xwe de bersiva pêwîst bidin dijmin. Em ê heta dawiyê xwedî li ruhê berxwedanê yê Bêrîtan û Egîd derkevin. Ev berxwedan ji bo me gelekî dîrokî ye. Bi vê wesîleyê careke din şehîd Bêrîtan bi hurmet û minet bi bîr tînim. Li ser xeta ku weke mîrate ji me re hiştiye em ê têkoşîna xwe dewam bikin."