Gerîla rextê xwe dişidînin û dest bi rêwîtiya biharê dikin

Bi hatina biharê re li çiyayên Kurdistanê liv û tevgera gerîla zêde bû. Her gerîla di nava amadekariyeke mezin de ye. Amakariyên dawî tên kirin...

Peyva 'serketinê' li ser zimanê her gerîlayekê/î ye.

Çiya bi kulîlkên rengîn xemilî ne. Em di kêliya herî aram a biharê de ne. Gerîla Devrîm, ku di meşekê dem lê rast tên, bi kulîlkên nêrgiz ên di hembêze de ye, balê dikişîne. Devrîm ji rewşa westiyayî, ji nemabûyîna Stenbolê rizgar bû û  li çiyayên Kurdistanê dest bi rêwîtiyeke mezin kir. Niha li nava refên gerîla ye û ji wî bajarê qelebalix dûr e. Bi kulîlkên di destê xwe de qala wateya jiyana li çiyê dike. Dibêje ku ew ji kûrahiya gelê Zapê tê û li wê derê zeviyekî nêrgizan dîtiye. Destnîşan dike, ku piştî kampa zivistanê ya demdirêj ev meşa wan a destpêkê ye û ji bo pêkanîna çalakiyên dema pêş, herêmê keşf dikin. Di vê meşa xwe ya destpêkê de, van kulîlkên berhev kiriye, dide her kesî û bi vî rengî kêfxweşiya xwe parve dike.

'REXTÊN ME TEMAM IN'

Gerîla Elîşêr dibêje, "Binêre, eger ev baş neyê şidandin, wê di pratîkê de serî li mirovan bêjîne" û bi van gotinan ji hevalê li kêleka xwe re nîşan dide, bê rextê bi şarjor û bombeyên destan divê bi çi rengî were şidandin. Ev destên Elîşêr ê niha şarjor û bombeyên destan dişidîne, berê tenê bi pênûsê dixebitîn. Dema ku li Bakurê Kurdistanê xwendekar bû, tevlî nava refên gerîla bû. Dema ku rextê xwe dişidîne, lênûs û pênûsa di bêrîka êlekê wî de ye, bala me dikişîne. Rext, nebe nabe. Yekane cebilxane ye ku gerîla bi xwe re digerîne. Di dema çalakiyekê de ya ku destê mirovan di destpêkê de digihêje wê. Dema ku rextê xwe xweş dişidîne, ji hevalê xwe re dibêje, "Di destpêkê de hinekî giran e, lê piştre mirov hîn dibe. Êdî dibe parçeyekî mirovan." Gerîla Elîşêr, piştî ku rextê xwe girê dide dibêje, "Temam e, ez êdî amade me." Û dest bi meşê dike.

'QAYÎŞA ÇEKÊ BI TU QATAN QEWÎN E'

Qayîşa çeka gerîla bi gelek awayî tê girêdan. Dema ku em li gerîla Çiya rast tên, em hînî vê dibin. Çiya di dema lîsansa bilind a zanîngehê de ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû. Demeke dirêj e li Zagrosan gerîla ye. Dema ku qayîşeke nû ji çeka xwe re çêdike, qala cihêrengiya vê dike. Bi gotina "Li Zagrosan qayîşa çekê her tim dirêj e" dest bi axaftina xwe dike û ji aliyekî ve qayîşê çêdike, ji aliyê din ve jî ji me re qalê dike: "Tu li ser teht û latên bilind e. Bêguman barekî têra xwe giran li ser pişta te ye. Bi vî barî û bi çekê, hilkişîna ji van latan zehmet e. Dema ku em bar davêjin ser pişta xwe, em çekê jî davêjin ser bar û bi vî rengî bar dişidîne." Gerîla Çiya dibêje, ew qayîşê bi du qatan qewîn dike û ji bo sedema vê jî dibêje, "Êê dem dema çalakiyê ye..."

'DI ÇENTEYÊ MIN DE ÇI KÊM MA'

Gerîla Gelawêj bi coş û kelecaneke mezin ji hevalê xwe re dibêje, "Heval ka lê binêre bê çi kêm maye?" Ew heyranekî mezin ê Çarçella ye, bi Çarçella dest bi her sohbetê dike û bi Çarçella sohbetê diqedîne. Ji bajarên Serhedê yê Bakurê Kurdistanê berê xwe daye çiyê. Zivistana îsal li çiyayên Zapê derbas kiriye. Bi biharê re xeyala wî ya rêwîtiya li Çarçella dest pê kiriye. Niha jî dema çenteyê xwe amade dike, qala rêyên Çarçella ji me re dike. Der barê sedema dilsoziya xwe ya bi Çarçella re dibêje, wî gelek hevrêyên xwe yên hêja li Çarçella spartiye axê û ji bo bîranînên wan dem hatiye ku ew şer bike. Di çenteyê wî de bi qasî ku têra pratîkekê bike, têra xwe tişt hene. Lê belê tiştekî bi tenê jê kêm bû, ew jî kefî ye. Wê jî hevalê wî dixe çente.

'DI VÊ BIHARÊ DE EZ HÎN BÊHTIR SEKVAN IM'

Dengê fîşekan tê me. Em li derdorê dinêrin, piştre dibînin ku ceribandin ji bo sekvaniyê tê kirin. Gerîla Bêrîtan, nîşana çeka xwe ya sekvaniyê dike. Bêrîtan bi xwe Ereb e, di encama lêgerînên mezin ên azadiyê de xwe gihandiye nava refên gerîla. Niha li Zagrosan sekvan e. Bi hêsanî li navenda hedefa xwe ya bi 300 metreyî dûr e, dixe. Bala xwe dide ser hedefa hîn bêhtir dûr e û ibêje, "Sekvanek divê bi sebir be. Ya rast ez di rewşeke normal de gelekî bi sebir im. Lê belê vê zivistanê, ji bo hatina biharê ez gelekî bê sebir bûm." Gerîla Bêrîtan gava li dûrbîna çeka xwe dinêre dibeje, "Di vê biharê de sekvaniya min baştir e."

'DEM DEMA MEŞÊ YE'

Li ser kaxiza di destê gerîla Xanî de ev tişt hatiye nivîsandin; "Dem dema meşê ye". Ev gotina li ser lênûska gerîla Xanî, gotina gerîlayê hunermend Halîl Dag e. Di vê nivîsa xwe de wî digot, her rêwîtiyek xwedî wateyekê ye û her wate jî bi gavekê dest pê dike. Gerîla Xanî, bi kîsê ji malzemeyên tenduristiyê, xwe ji bo rêwîtiyeke dirêj amade dike. Xanî dema ku ji Wanê berê xwe dide Îzmîrê û qeyda xwe li fakulteya tenduristiyê çêdike, dibe ku qet texmîn nedikir ku rojekê li çiyê bibe doktor. Niha li çiyê doktor e û her digere. Bi destpêkirina pratîkê re li nava yekîneyên gerîla digere, tevlî çalakiyan dibe. Weke qonaxa dawî ya amadekariyê, benikê pêlava xwe girê dide û dibêje, "Ev pêlav ji bo vê rêwîtiyê îdare bike wê baş be." Bi vê gotinê nîşan dide ku rêwîtiya wan wê çiqasî dirêj be.

Xuya ye bihara îsal wê ji yên beriya xwe cudatir be. Li gelek qadên çiyayên Kurdistanê meşên ji bo destpêkirina pêvajoya çalakiyan hene. Gerîla di nava zivistanê de li ser biharê axivîn, encam derxistin û niha jî vê yekê bi cih tînin.