Gerîla Peyman: Ev şerê îradeyê ye

Gerîlaya YJA Starê Viyan Peyman destnîşan kir ku gerîla her carê bi îradeyeke hîn mezintir radibin ser piyan û got, "Ev şerê îradeyê ye û berxwedaneke bêhempa heye."

Gerîlaya YJA Starê Viyan Peyman anî ziman ku dewleta Tirk her sal îdîa dike ku gerîla qediya ye, lê belê her sal li bin dikeve û got, "Dewleta Tirk çi dike bila bike, ji niha û pê ve jî wê bi ser nekeve."

Gerîlaya YJA Starê Viyan Peyman ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku dewleta Tirk hewl dide bi bikaranîna çek û teqemeniyên kîmyewî hewl dide gerîla tasfiye bike û got, "Dewleta Tirk a faşîst her sal îdîa dike ku wê gerîla biqedîne, lê belê her sal li bin dikeve. Lewma jî her carê serî li rêbazên cuda dide. Çekên kîmyewî û qedexekirî bi kar tîne, lê belê gerîla har carê bi îradeyeke mezin radibe ser piyan. Ev şer şerê îradeyê ye, berxwedaneke bêhempa dewam dike."

'WÊ JI NIHA Û PÊ VE JÎ NIKARIBIN BI SER BIKEVIN'

Viyan Peyman anî ziman ku ew zanin, dewleta Tirk bi tena serê xwe êrîş nake, li pişt wê hêzên navneteweyî û hevkariyên herêmî hene û got, "Lewma li hemberî sûcên dewleta Tirk ên bêpîvan û bêsînor bêdeng dimînin. Dewleta Tirk çi dike bila bike wê ji niha û pê ve jî bi ser nekeve. Rêber Apo gotibû, 'Cîhan tev jî bi ser me ve bê em ê xwe biparêzin'. Weke milîtanên Rêber Apo em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe bernedin. Heta ku gelê Kurd azad bibe ev şer wê dewam bike. Em ê li ser rêya Rêber û şehîdên xwe têbikoşin."