Gerîla li Lêlîkan û Şirnexê li dagirkeran xist

HPG’ê agahiyên çalakiyên gerîla yên li herêma Lêlîkan û Girê Lezgîn yê Şirnexê eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla de kuştî û birîndarên artêşa Tirk çêbûne.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parve kirin:

“Roja 13’ê Nîsanê saet 14:00’an de hêzên me li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker ya li geliyê Elî Dirêj ya nêzî herêma Lêlikan ku dikeve nava sînorê Başûrê Kurdistanê, çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi serketî li çeperên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehate tespîtkirin.

Roja 12’ê Nîsanê saet di 12:45’an de hêzên me li dijî çepera dijmin ya li girê Lezgîn a girêdayî tabûra Elemûn ya Şirnexê çalakiyek li dar xist. Bi awayekî serketî li çeperên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.”