Gerîla li hêza operasyonê da: 10 leşker hatin kuştin

Gerîlayan li Bajêrgê û Xeregolê li leşkerên Tirk da. Bi kêmanî 10 leşkerên Tirk hatin kuştin. Şer û operasyon didome.

Operasyona artêşa Tirk a li dijî Zapê ya li Xeregolê didome. Gerîlayan îro saet di 06.00’an de li dijî hêza operasyonê çalakiyek li dar xistin.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, dema ku leşker derbas dibûn gerîlayan teqemeniya ku berê bi cih kiriye, teqandiye. Di çalakiyê de gelek leşker hatine kuştin û birîndarkirin.

LI ÇELÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ GIRÊ KOORDÎNEYÊ 

Îro di destê sibehê de gerîlayan li qada Şehîd Bager a li Girê Koordîneyê ya Çelê ya bi ser Colemêrgê li dijî artêşa Tirk çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî hatin birîndarkirin.

Di 23’ê Cotmehê de jî li Xeregolê teqemeniya ku berê hatibû bicihkirin, hate teqandin. Hat ragihandin ku di vê çalakiyê de gelek leşker hatine kuştin û birîndarkirin. Medyaya Tirk diyar kiribû ku di vê çalakiyê de serbazek hatiye kuştin.

LI BAJÊRGÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ HÊZA OPERASYONÊ

Di heman demê de operasyona artêşa Tirk a li bejahiya bajarokê Bajêrgê ya Geverê didome. Gerîlayan bi teqemeniyan çalakiyek li dar xistine û li vê derê 5 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê leşkerên Tirk avêtiye ser gundan.

Li herêmê operasyon û tevgera helîkopteran didome.