Gerîla li Heftanînê lê da: Leşkerekî Tirk hate kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Heftanînê di çalakiyeke sekvaniyê de leşkerekî dagirker hatiye 'cezakirin'.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de hêzên me 12'ê Îlonê saet di 16:30'î de li qada Bektoryayê li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser girê Şehîd Sîpan çalakiyeke sekvaniyê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate cezakirin.

9'ê Îlonê saet di 12:30'î de artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û helîkopterên êrişê bombe li qada Îsmaîl Axa ya herêma çiyayê Sumbulê ya Colemêrgê barandin. Piştre jî bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker li herêmê danî û dest bi operasyonê kir. Di dema operasyonê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Artêşa Tirk a dagirker ku derbên giran xwar, bi helîkopterên bi tîpa Kobra bombe li herêmê barand. Hevrêyên me Çekdar, Dilovan, Ronahî û Dersim ku di dema şer û êrişên hewayî de li dijî artêşa Tirk a dagirker bi lehengî şer kirin û derbên giran li dijmin xistin, şehîd bûn. Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wê bi raya giştî re bên parvekirin.

Artêşa Tirk a dagirker êriş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Agahiyên berfireh ên li ser van êrişan wiha ne:

12'ê Îlonê saet di navbera 23:30 û 01:00 de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li derdora gundê Peraxê yê herêma Heftanînê barandin.

10'ê Îlonê saet di 09:00 de qada Tirvanişê ya Metîna, 12'ê Îlonê saet di navbera 10:00-14:00 de qada Mervanos a herêma Avaşînê bi hawan û obusan bombe kir.

Ji ber bombardûmê li her du qadan şewat derket û hîn jî dewam dike."