Gerîla li Heftanînê ketin kozikên leşkeran: 5 leşker hatin kuştin

HPG'ê diyar kir ku li Heftanînê di 13'ê Çileyê de hêzên wan li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek kirine û di encamê de herî kêm 5 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 13'ê Çileyê saet 12:30'î de hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, avêtin ser leşkerên li ser girekî li nêzî Girê Partîzan. Hêzên me ketin çeperên li ser gir û ji cihekî nêz ve li leşkerên dijmin xistin. Hêzên me li vê derê çûn ser cenazeyên 5 leşkeran û 2 çekên AK-47 (Kalaşnîkov), bombeyeke destan, rextekî HK-33 û gelek alavên leşkerî ji ser leşkerên dagirker rakirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi piştgiriya helîkopterên êrişê leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên Skorsy ji herêmê rakir. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya."