Gerîla li Çelê bi çekên giran çalakî pêk anîn

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Çelê, bi çekên giran li dijî leşkerên Tirk çalakî lidar xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, roja 8'ê Nîsanê saet di navbera 10:30-12:30 de gerîlayan bi çekên giran li leşkerên li girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê xistine. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, gerîla derbên xweş li çeper û konteyniran xistin û di encamê de leşkerek hat kuştin û derb li 3 konteyniran ket. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hêzên me saet di 11:00 de bi roketênRPG-7 û çekên sekvaniyê li leşkerên li ser gir dan. Li vir jî leşkerek hat kuştin, leşkerek jî birîndar bû."

Navendê eşkere kir, îro saet di 07:00 de bi çekên giran li leşkerên li ser girê Şehîd Cîhat hatiye xistin û di encama vê çalakiyê de çeperek hatiye rûxandin, lê hejmara leşkerên mirîne û birîndar bûne nehatiye zelalkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 6'ê Nîsanê, balafirên şer ên artêşa TC, bombe li herêma Avaşînê ya Qendîlê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Gel barandin. Me eşkere kiribûn ku di vê êrîşê de têkilî bi 2 gerîlayên me re qut bûye. Ev her du hevalên me yên bi erka xwe radibûn, di bomberdûmanê de şehîd bûn.

Roja 7'ê Nîsanê, hevalê me Erdal ku li Zagrosan di nava yekîneya xwe ya gerîla de bi erka xwe radibû, ji ber lêdana birûksê tevlî karwanê şehîdên azadiyê yên Kurdistanê bû."

NASNAMEYA GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DAN

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, wiha ne:

Nasnav: Asya Serdar
Nav paşnav: Zîlan Endakçi
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Sabîha-Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Nîsana 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Roj Rodî
Nav paşnav: Şîlan Sayak
Cihê jidayikbûnê: Çewlik
Dayik-Bav: Guneş-Cengîz
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Nîsana 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Erdal Berçelan
Nav paşnav: Cenk Bahadir
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Necîma-Sabrî
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Nîsana 2017 / Zagros