Derba gerîla li Bradostê fût naçe: Bîlanço giran e

Hate ragihandin ku gerîlayên HPG/YJA-Starê duh li Bradostê çalakî li dar xistine û 28 leşkerên Tirk û 3 cerdevan mirine.

Li gorî agahiyên saloxdêrên ji herêmê duh saet di 15.00’an de gerîlayên HPG’ê li dijî artêş Tirk a dagirker a ku Lêlkan dagir kiriye, çalakiyek li dar xistiye. Hate ragihandin ku gerîlayan ji gelek aliyan ve li leşkeran dane û 22 leşker û 3 cerdevan mirine û 12 leşker jî birîndar bûne.

Hate ragihandin ku di çalakiya gerîlayan de çeperên dagirker û konên leşkeran tevî malzemeyên leşkerî hatine îmhakirin.

Hate diyarkirin, piştî ku gerîlayan derbeke giran li artêşa Tirk dan helîkoptera Skorsky 9 caran hatiye qadê û mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistiye.

Saloxdêrên ji herêmê diyar kirin ku gerîlayên HPG/YJA Starê saet di 16.00’an de jî çalakiyeke sûîkastê li dar xistine.

Êvarî jî gerîlayan li Çiyayê Evdilkovî li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistin. Hate diyarkirin ku di çalakiyê de 6 leşker hatine kuştin û gerîlayan dest danîne ser çekeke BKC û gelek malzemeyên leşkerî.

Hate diyarkirin ku balefirên şer ên Tirk li qada Lêlkanê ya Bradostê li nêzî 4,5 cihan bombe barandiye û ev cih nêzî cihê leşkerên wan e.